wituwêjî awřeḧman paşa degeł mîrsofî lebarey eḧmedewe

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  618 Dîtin
çen dane miroyî bêřeza bûn
lew xakeyî kurdisaneda bûn
her çende be de’ye û hewa bûn
ew nokerî baregayî şa bûn
lewhane serok çen nefer bûn
çun zor be cewher û huner bûn
ew deste le ’alemê cuda bûn
bo xusrewe, wek wezîr wabûn
şa dûr nebû lewane satê
bûyan le barega, beratê
sofî ke yekê elew emîran
bû, bûyewe mertebey wezîran
çun řojî şeř û heraye keł bû @ şa boye meḧebbetî degeł bû
řojê le wetaẍ dû be dû bûn
ew şa û emîre řû be řû bûn
bew mezneye şa ewey defermû
aya heye mîre kuř, le bo tu?
paşa ke ewey le mîre pirsî
aẍa hełsawe pê, le kursî
awayî wełamî şa dedawe
fermûy ke le sayeyî xudawe
yek daney kuřê be min dirawe
taqane çiraye, hełkirawe
nêw eḧmede sałî ḧewte ’umrî
zor wêçuwe giçkełem ke nemrî