ewcar şa’îr bas lewe deka ke ew şî’rane małî xoye û neydizîwin

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  916 Dîtin
şaîr bas lewe deka ke ew şîrane malî xoye û neydizîwin
1990
Bi denga: مەلا کەریم فیدایی
meygêře heta hem û heta bim
min seyîdî konepoşih nabim
herçî ke webîdzî le xełkî
bê behreye nadyare kełkî
ewhey ke dizî deka çirûke
řêzî nîye, şermezar û sûke
piř zame be tîrî tane cergî
her wek yeke jînî yane mergî
nasorî leser diłî be êşe
ew dîze be koł û gurgemêşe
her şî’rê le zewqim hełqułyewe
perwerdeyî xome, nemdizîwe