basî le tayfe û řegezî eḧmed’aẍay babay las

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  673 Dîtin
pîrê le çyayî kurdewarî
gewher le dem û witey debarî
duřdaneyî bawî lase, pispoř
awayî weder dena le qapoř
sê gewre le xakî bałeka bûn
hersêk le yek řege û bira bûn
yek nêw debra be mîre sofî
neybû le piłîng tirs û xofî
yek mîre çiraẍî nêwe le bira
yek mîre budaẍî naw debra
sofî ke lewane gewretir bû
lew xakeye qudretî pitir bû
babî ke demird ew le dêhat
no daneyî kewte des be mîrat
gundê ke le gewre gundî kurdan
nêwî debra be naw pirdan
ew dêye le bo emîre cê bû
mał û binegey hemû lewê bû
ew mîre serokî bałekan bû
çun hemdemî xusrewî beban bû
nêw birde be mał û dewłemendî
nêw birde be merdî û be řendî
ew bûy hezar meř degel şek
serdarî wełat bû le bałek
çûn bûyî ewende pûł û pare
derçû bû le qaqez û jimare
sed dane mirovî bû wekû şêr
aza û netirs û des be şimşêr
ew nokere qoze řadewestan
bo xan hemû gwê be ferman