pêşekî beytî las û xezał

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 2 Xulek  1231 Dîtin
Pêşekîy beytî Las û Xezal
1990
Bi denga: مەلا کەریم فیدایی
meygêře şerabê bêne têke
karwanî xemî diłim beřêke
xem derde hemîşe aşname
lanaçê le ser diłim birame
bom bêne be cam û îstîkanit
sergerm ke xêłî ’aşiqanit
bezmê be hewayî dimbeg û saz
sazî bike bome to be awaz
ke pyałeyî lew meyey biçêjî
dił gewherî şî’re hełdeřêjî
serxoş debêt û ew be wirdî
honraweyî dadenê be kurdî
kellem ke be dûr bê le kasî
dedwêm le beyt û bawî lasî
beytêke be bayex û behaye
basî le ewîn û ’îşqidaye
piřjawe le çał û şîw û zendoł
têkeł buwe ew degeł gił û xoł
xişłêke ke zînetî nemawe
duřdaneye dawekey pisawe
mirwarîye tûrekey diřawe
her denke le bendenê řijawe
meygêř ke mey bidey we destim
beytêkî lebar hełdebestim
deyçinmewe ew duřey le yałan
ba bêtewe der le şîw û çałan
mûruyî weko dekem be destûr
deywenmewe ta bibê be bermûr
hewdayê lewî dexem le zimřût
sed dane perengî bê le yaqût
sincaxeyî lêdedem le zêwî
pîroze û kareba le nêwî
duřdane û gewherî weha bê
kes penceyî bîrî lê nedabê