wełamî pêẍember bo ebûbekir û lawandinewey
Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
1 Xulek
775 Dîtin
fermûy nebîKes le bo detirsî
seddîqKes, le gurgî har û birsî?
yarîderim eger xudaye
kafir çîye? çî le dest naye
ew gewreye komekî hejaran
dermanî deda be derdedaran
herçî ke be arezûy ewî bê
dekirê çi be řoje ya be şew bê
ger waye debê nebî herasan
ew kare le kin xudaye asan
ew tane dexate çawî wane
takû nekewîne dawî wane