agadabûnî ebûcehil le hełatnî miḧemmed û weşwîn kewtinî

Li pirtûka:
Las û Xezal
Berhema:
Mela Kerîm Fîdayî (1928-1993)
 1 Xulek  866 Dîtin
bew kare ebûcehil ke zanî
dekulawe hemû birînekanî
sûřawe le mał û kûçekane
ajaweyî xiste kafrane
kwê kirnewe nokerî butane
awa dedwa degeł ewane
deygut ke hełatuwe miḧemmed
bazî şewe derçuwe miḧemmed
zû řê bigirin ke derneçê ew
ba çîdî nebîne milkeçî ew
tûş û kedebê be mistefaye
bîkujnewe çunke ew çiraye
herkes ke serokî kird pare
min deykeme dewłemend be pare
ew kafre çen kesî bijardin
bo girtinî xatemî denardin
ew hate beser řew û beyełẍar
kewtin wekej û çyaye wek mar
sûřanewe pulî dêw weharan
ta geyne qeraẍî ẍarî yaran
bûbekirKes ewey ke dî detirsa
şanî be ẍemane dadegîrsa
deygut be řesûl to bizane
ger ême bibînin ew segane
detkujnu taze dîn ke biřwa
nabê be xudayî gewre biřwa
serçaweyî dîne her etoyî
bê awe ke to nemay û řoyî