wełamî pêẍember bo ebûbekir û lawandinewey
From the Book:
Las û Xezal
By:
Karim fidayi (1928-1993)
1 minutes
748 views
fermûy nebîPerson le bo detirsî
seddîqPerson, le gurgî har û birsî?
yarîderim eger xudaye
kafir çîye? çî le dest naye
ew gewreye komekî hejaran
dermanî deda be derdedaran
herçî ke be arezûy ewî bê
dekirê çi be řoje ya be şew bê
ger waye debê nebî herasan
ew kare le kin xudaye asan
ew tane dexate çawî wane
takû nekewîne dawî wane