munacat le qapî qazî alḧacat

Li pirtûka:
Xezney Cewahêr
Berhema:
Mela Ehmedî qazî pêncwînî (1920-1983)
 3 Xulek  586 Dîtin
xuda be ḧeqqî îsmî e’zemit
be xoşewîstî e’la û ekiremit
be adem û nûḧ xelîl û zebîḧ
be mûsay kelîm be ’îsay mesîḧ
be fewcî rusûł fîrqey enbya
ke ’alem bewan hîdayet dirya
be siřřî sîney sidîqî ekber
be ’edłî faroq ḧezretî ’umer
ke em řefêq û hemdemî ẍar bû
em fatḧî çend wiłat û şar bû
be ḧeyay ’usman leqeb zînnûrîn
be ’îlmî ’elî ebulḧisenîn
ke wa bew dira qyasey kerem
em le mîsrî ’îlim hełîkird ’elem
be zehra û ḧesen ḧuseynî şehîd
be telḧe û zubeyr be se’d û se’îd
be ’ebdulřeḧman be bû’ubeyde
be ehlî bedir sêsedusêzde
ke her yek daray «fizilErebî» y xusûsîn
beyanî naye bo kes be nûsîn
be baqî esḧab al û tab’în
ke bewan hełbû çiraxanî dîn
be muctehdîn dînî muḧemmed
nu’man û malk şaf’î û eḧmed
ke her yek bedrî semay yeqînin
zeḧmet kêşî řêy eḧkamî dînin
be gişt ’ulemay ’îlmî řebbanî
ke «fizilErebî» û qedryan her xot ezanî
her çend serapa ẍerqî ’îsyanim
bê bergî teqwa û zadî êḧsanim
satê her nebû muddey ḧeyatim
hengawê binêm le bo necatim
emma ewende bidbext û neḧsim
mutî’î emrî «balsu’Erebî» nefsim
herçî su’al û herçî do’ame
eger bo dîne ya bo dinyame
le beḧrî cûdî bêpeyt hemû
be meḧzî fezłet lêm qibûł fermû
ewweł be nefxî řoḧî me’rîfet
be îlqay pertew nûrî meḧebbet
diłim be ḧeyat ebedî şad ke
le qeydî zułmet sînem azad ke
dûhem le xezney cudit temennam
’efwe û ’afîyet bo her dû dinyam
nexoş û ḧezîn dił derdedarim
be ’etay şîfat dił umêdewarim
şîfam le derd û necatim le ẍem
pêmî kerem ke «ya şafî alisqimErebî»
destî ’înayet bigre be bałim
baẍî ’îbadetbike be małim
heta le ’umirim yek nefes mawe
le ḧusnî jîna memxere dwawe
lew deme kewa xerîkim emirim
tund ḧełqey qapî řeḧmetit egirim
ke bimparêzî le şeřřî şeytan
xatîmem bînî be ḧusin û îman
tengî qebrekem be baẍî cînan
bo tebdîl bike be meḧzî îḧsan
sibey le wadey ẍem û ẍusseda
ḧeşirim ke le naw zumrey su’eda
qełemî ’efut beser gunahim
bêne wile ḧesret bide penahim
be lutifit berzîy bide be payem
«zilErebî» y ’erşî xot bike be sayem
be bêtirs û ẍem legeł mutteqîn
bimannêre bo fîrdewsî berîn
le xezney cudit ke bê payane
pêm ’eta fermû em su’alane
îtir her le bo toye sena û ḧemd
piř asman û zewî ta ebed
selat û selam le deryay kerem
biřjê be taw û lêzme û xuřřem
hemîşe her bê bê fasłe û beyn
bo ser řoḧî pak şay qabe qewseyn
lewewe ser ka be bênîhayet
bo ser şêranî bêşey hîdayet
al û esḧab û ewlyay kîram
êmeyş berkewîn ya «rib alanamErebî»
ewa be ḧemd û selam û selat
deway derdî dił axir qumî hat