wiłamî řexnegrekan le dînperwerî giroy pêşînan

Li pirtûka:
Xezney Cewahêr
Berhema:
Mela Ehmedî qazî pêncwînî (1920-1983)
 11 Xulek  567 Dîtin
wa le bo munsîf ḧellî muşkił bû
deway derdeke dercî mushîl bû
ke pakî kirdo be desřey burhan
dûkełî şîşey girsozî îman
le ber meş’eley zerîf ebînê
kê wek pepûle xoy esûtênê
ya kê be dawî ’elaqey cîhan
gîr ebê û neřoyşit bo geştî cînan
«tifzîlErebî» y asin lask û benzîn
beser kunziwî cewahîrî dîn
lew kesanewen cahîl be dînin
dił çołî nûrî çizay ayînin
ewende le ḧeq dûr û bê fikirin
be sen’et be dîn behane egirin
xoyan çil sałe dînyan berdawe
be temay ewe nekewne dwawe
kwa pîşeyekyan ke pêy pêşkewn
ewne le dûtoy pestî nexewn
bem mawe ḧetta yek nûke derzî
be pîşey derzîş negeyne berzî
erbabî sen’et wek ewane nîn
îstîhza biken be mezheb û dîn
eẍłeb her pîşe û zanistî xoyan
bû be esbabî î’tîraf boyan
be ḧeqîqet û řastî em dîne
kewa nasxî hemû ayîne
yekê le xebîr ’îlmî nebatat
lew ’îlme tewaw be paye egat
bew fenne ḧałî pebê le her kwê
gya deřbê be cût nêr û mê eřwê
qur’an ekato bo basî zewî
le sûrey yasîn «sibḧan alzîErebî»
«xilq alazwac kilha mimaErebî
tinbit alarzErebî» ebînê û lema
fikirê ekato ełê ke waye
qur’an bêguman kelamî xwaye
çunke ew deme qur’an hatuwe
’îlmî nebatat nawîşî nebuwe
yekêkî tirîş be mîkiroskob
le cê demî seg ebînê mîkirob
le dewa herçî ke fikirî bo çû
lew cê demey da û ’îlacî nebû
le aşa zanî her gił û awe
ke çarî ewî pê sipêrrawe
herwa ecnebî le erbabî fen
zoryan î’tîraf bem dîne eken
bełam çun eman le zanist dûrin
be fen û dînî eman meẍrûrin
bê emey ke hîç neqsê bibînin
daym xerîkî tenqîdî dînin
têkełîzbiłî nefis û hewa bûn
ke qełsî gułzar qanûnî xwa bûn
senaye’ herçî dirust kirawe
ełbet le made tertîb dirawe
madeş ger hî pest ya hî berzîye
le kargarî xelqî xwa beder nîye
made eger xoy dirust ne’ekira
senaye’ hergîz nawî ne’ebra
xwa ebê esbab hemû tertîb ka
se’atçî ewca se’at terkîb ka
berq û teyyare û herçî sen’ete
le řebit û wesła herwek sa’ete
ew zekaş ke řêy sen’etyan pê bird
çonyan des kewt û kê dirustî kird
hemû her xelqî xudan tewawî
çi beser yeko çi be biławî
mexsûs merkebî berrîye û hewa
nawyan be xelqî xoy eba xwa
«xilqina lihimErebî» ta «ma yirkibunErebî»
wextê naził bû eman her nebûn
ẍereb êxbarî qur’ane ke xwa
xelq eka merkeb berrîye û hewa
werne ger nefse û ger kirdey dese
hemû her xelqî xuday eqdese
êsteş le dutay şayenî sen’et
wa be hewawe tay be menfe’et
etom ke wextê seda hełbênê
çend baẍî newber le řîşe dênê
çend taze ẍunçey gułşenî ḧeyat
le nisîmî subiḧ teneffus ekat
ya bêhuneran be dayme gwê
eken be weqfî îxbarê řadwê
bê temay nefi’ û tirsî mezeřřet
bîryan be îxbar da beyek keřet
leber fentazî û hoy tecemmulat
be sebeb heway zor be desełat
çend gencî bê des be ḧeyat muştaq
serî nayewe be derdî meraq
çun ger ḧukmî şer’ řî’ayet ekira
ḧeqî xawen ḧeq be başî edra
çarşêwî şêwey ’îffet û ḧurmet
bimaye لەەر řûy şermî afret
ne serwet meylî beş bûnî ekira
ne nawî řef’î îzdiwac ebra
payey senaye’ geyye merkezê
duwel leyektir giştî elerzê
her senaye’ bû ke bû be esbab
nîfaqî beyn û zuhûrî eḧzab
nabînî emřo le şar û ladê
dû kes legeł yek meḧebbetî bê
xozge her sen’et nawî nebwaye
şayed îttîfaq wek xoy bimaye
çunke yekîyetî beyn û meḧebbet
sîḧḧete le bo řoḧî memleket
bełam xeterî derdî em ’esre
şîfay le «xirq al’adihErebî» da ḧesre
fermûdey ḧezret hemû bedîhat
le şar û bazař qesebe û dêhat
hełgîra ḧeya û dîn û emanet
bû be bêşermî û xeta û xeyanet
dûkełî deccał ewa hatedî
yanê hemû kes be çawî xoy dî
le ’esrî ewîş řîwayet waye
nan û aw le jîr destî ewaye
be wefqî ḧedîs heta le dinya
bimênê nawî xalqî tenya
cehan her wek xoy baqî emênê
têkçûnî ninbê û zerer nayenê
ke nema nawî xellaqî ekber
le erza ew ca tîk’eçê yekser
wa êste zorin bawkî musułman
tenha şerefe û namûs qesemyan
ne qet le zahîr ne le penhana
nawî xwa nayenê be zubanyana
fewtawî suẍrey barî îblîsin
xinkawî bîrî bîrî zor pîsin
xuda lem derde le dił karîye
ke le ’alema êste sarîye
bimanparêze û ḧîfziman bifermû
êmeyş û baqî musułman hemû
ca toyş ke xalq be xwa bizanî
biřwat bê be gişt pêẍemberanî
bizanî herçî fermuwe řase
peyřewî emrî mayey xelase
dinyayş her wekû piř le melale
«sirî’ alfinaErebî» wiřû le zewale
bîş zanî sizay ehlî cenayet
sûtanêke bê dwayî û nîhayet
ne ejîn le naw ewane emirin
ne sebrîş le jêr ’ezaba egirin
we ya ewane ehlî ta’etin
diłxoşîy şarî xoşî cennetin
baẍî piř le guł le ḧûr û ẍîlman
le qesrî ’alî û talar û eywan
be daym her lem lezzeta ejîn
le koç û pîrî û derd û ẍem emîn
gîram em dinya bem gişt derdewe
bem hemû beła û ahî serdewe
cewahîrat bê û toş muddey sed sał
şa bî û tya bijî diłxoş û xoşḧał
beheştîş biłên her berd û xak bê
bełam ehlekey le ḧesret pak bê
hemîşe bijîn mirdinyan nebê
xemî be dozex birdinyan nebê
le xot epirsim pêm biłê kake
xerîkî karî kam la bê çake
îtir pêşînan be nûrî biřwa
le nezeryana me’lûm bû ke wa
beşer be çwar hêz mezce bêguman
melekî û dêwî û sebû’î û ḧeywan
be ḧeywanîyet qeydî ke lelat
ew hêze ke bew exewê û exwat
eger bînîşt ekujî û ebřî
řêgrî eka û sikî xełk edřî
řeḧmî be ḧałî em û ew nîye
eweş quwetî deřendegîye
ya pêtewe dî fêł û tełeke
seyrit kird îşî zorî kełeke
be qumarbazî û mekire jyanî
bewîşe ełên hêzî şeytanî
we ya eger dît hêmne û emîn
řaste û beḧeya řûxoşe û bedîn
«kirîm alinfisihErebî» û ’aqłe û zekî
bem fezłeş ełên quwey melekî
ca destî meylit bo kamî bird
serfî hîmmetit zyatir lewa kird
baqî tir belay neqsî dête řê
quwetî emê pê zyatir ebê
etwanê beşer ger se’î bikat
syanî derxiwardî yekêkyan bidat
emcare ’eynen ebê be yek dêw
me’nakey we ya be xûgêkî kêw
ya xo ew me’na ’alî sirûşte
be ’eynîy ebê be yek firîşte
le dinya beşer be řeng yekêkin
be me’na her yek core şitêkin
emma wextê sûr seday «bi’is» y bê
sûret gişt be dway me’nakeya dê
ye’nî ew me’na her new’ê bibê
řeng û şikłîşî ser ewe eçê
boye pêẍember femûy le meḧşer
her yek be corê řê’egrête ber
be’zê wek melek be ’îzzet û naz
qismê wek meymûn biřê wek beraz
îtir melek û şeytan û ḧeywan
pestî û tereqî nîye bo ewan
ne giroy melek tenezzul eken
ne ḧeywan û dêw be paye egen
çunke her yeke yek hêzî heye
tenha gîrodey ew yek hêzeye
bełam çun beşer memzûce le gişt
hêzî her çwarî girtote naw mişt
etwanê hênde tenezzul bikat
ta be menzełey şeytanî egat
dîsan etwanê hênde serkewê
melekîş řutbey way desnekewê
îtir tełebey ḧezim û metanet
be zekay biřwa û se’î û dyanet
be ciddî le kulîyey ’îbadet
bo kesbî payey berzî se’adet
be kem xwardin û kem xewî û noşîn
be kemî poşên be bizor têkoşîn
şehadeyan yend le fezlî bêçûn
ke wa le her sê «tibay’Erebî» derçûn
ninetîce payey berzî em fîrqe
«’ilîynErebî» e ya meq’edî «sidqihErebî»
ewaneş çawyan lem giroye kird
goy se’adetyan le meyana bird
dinyayan tenya bo ewe nasî
ke xwaperestî tya ken be řasî
areqî koşiş bo dîn biřêjin
darî piř berî ta’et binêjin
ta sibey bigen be kełk û berî
be lutfî xuda bixon semerî
be tane ’aciz nebûn û diłřenc
her sûr bûn leser derhênanî genc
wek derbes nebûn ke lome kiran
bo ḧałî lomekeranîş giryan
ke wa bem nexte ’umre meẍrûrin
lařê û bê biřwa û ẍafił û dûrin
bê ẍemin lewe kirdewey xoyan
netîce ebî be ḧesret boyan
eme kafîye bo her kes ke wa
be řêgey řasî însafa biřwa
ewaneş ełên herçî ke boman
des bida eykeyn be meylî xoman
qet gwê bo qisey fîrqey enbya
nagrî heta mawîn le dinya
bêşk mîsalî ḧałî ewane
be komełêkî nexoş bizane
her yek be derdê xeterî giran
kewtibê û xeste û kiz û natewan
înca duktorî mahîr û ḧazîq
zengîn û bê bak be řeḧim û layq
bezeyî bêto bewane ke wa
netîcey derdyan bo mirdin eřwa
paş ewe zanî merezyan çîye
bê dewa û parêz ’îlacyan nîye
le cêy berzo rûyan têbka
be corî ke wa hemûy têbga
biłê çarî to fiłan dewaye
fiłan şit mexo derdit lewaye
bem new’e yek yek biłê be giştî
dewa û derdî xoy bixate miştî
le îrşadatim eger derneçin
zorî pê naçê ke řizgar ebin
dêtewe bertan hêz û leşî saẍ
ekewne ser nîşat û demaẍ
wegerne derdî êwe xetere
çartan le destî îmkan bedere
eger lewane pêy biłên çend kes
biřwat pê nakeyn ta axir nefes
zeḧmete hergîz gwê le to bigrîn
çon be qisey to ejîn û emrîn
aya zererî hîç lê ekewê
ewan ke sûdyan bo xoyan newê
her waye ḧałî diłnexoşî dîn
legeł ewaney warsî nebîn
ca îtir her kes bê nûrî biřwa
mayewe ba her bê biřwa biřwa
çun îtir ewe weha mîzacî
têkçuwe taze dûre ’îlacî
nefsî nexoşî koçî ebede
bêsûde dewa desî lê mede
we nebê nexoş hemû çarî bê
derman û derzî ḧebib be karî bê
nek nexoş bełkû ewe mirduwe
ke biřway be xway xoy gum kirduwe
çun new’î mirdin bêguman dwanin
new’êkî hemû ’alem eyzanin
yekemyan le bo cîsmî însane
dûhem be mergî řoḧî bizane
her ek be hoy yek derdo emirin
eger řêy se’î řizgarî negirin
derdî ten sîl û lerz û seretan
nexoşî diłîş gişt řezîleken
ke serî hemûy ḧubbî dinyaye
piştikirdin le xway tak û tenyaye
emma yekemyan řoḧî le dinya
der’eçê û cîmî tya eçê tenya
wextêkîş hesta le řojî meḧşer
cilî bedenî ekatewe ber
be zaẍî se’adetî sermedî
şad ebê be bê tûşbûnî bedî
bełam ew řoḧey mubtelay derde
bew derde bimrê heta ebede
be řoḧ derçûnî heta hetaye
her le ’ezabî be şîddetaye
’ecey nawê ewney nemawe
ha le piř û tyan ’umirit tewawe
ew wexte îtir le ḧeq tê’ega
be neqdî tołey kirdey xoy ega
ta êre bes bê îtir lemewla
bipařênewe be dił le mewla
ke le xezêney «fizilErebî» y e’zemî
be pêy «aqtizaErebî» y wicûd û keremî
ewey sełaḧî her dû dinyaye
bo ême û herkes dîn aşnaye
pêman bibexşê û xoş bibê lêman
beẍî řeḧmetî bika be cêman