şekwa ḧał le xizmet risul alilh da

Li pirtûka:
Xezney Cewahêr
Berhema:
Mela Ehmedî qazî pêncwînî (1920-1983)
 6 Xulek  650 Dîtin
be nawî ew xuda nawî ke nûrî qelîbî bêdare
ke nawî qûtî erwaḧ û kilîlî fetḧî her kare
’erîzey nakesî û şekway giriftarî xetakarîm
ekem teqdîm be ew şahî medîney ’îlim û esrare
ke çûnke her ewe meqbûł ebê her çî temenna ka
ke çunke her ew etwanê hemû derdê bika çare
«silaة alilhErebî» leser to ey şehenşahî felek ḧîşmet
«silam alilhErebî» le to ey şafî’î herçî gunehbare
«silaة alilhErebî» leser to ey ḧebîbî ḧerzetî barî
«silam alilhErebî» leser to ey ře’îsî her çî exyare
leser to bê ebed feyzî xuda daym selamî ḧeq
le to ey saḧîbî her çî kemał û ḧusnî etware
nezer fermû le şekwam û temaşay şan û bałim ke
ke çend damaw û bê qedir û ke çend bêmaye û xware
diłim daym perêşane, nexoşe, perte, bêhoşe
le nûrî me’rîfet çołe be kullî qasîy û tare
le hêzî cîsmya bêbeş le sîḧetda nebû behrem
be eẍłeb saḧeyî sînem meḧellî derd û azare
le řêy baẍî ’îbadetda ebê çon cênemênim min
ke pêy ḧałim be diřkî herdî bedbextî giriftare
xusûs şeytanekem gurge û be ’eynî nefsekem ejder
minî xeste çilon derçim le çing em gurge em mare
be dawî piř le qullabî hewawe wa giriftarim
be kullî zayqey xulqim le tałîda ełêy jare
serasîmem îtir sa min be çî diłxoş û bêẍem bim
ke çakem kikem xirapeyşim ḧîsabî dûr le guftare
be carê wa hemû nezmî wicûdim têkçuwe wez’î
esasî xaneyî xoşî diłu şêwawe yekbare
le bo çarî xelasî xom le qeydî em hemû derde
ke her yek boşkarî min be çeşnî şêrî xonxiware
penam hêna be to ey saḧîbî qelbî řeḧîm sa to
bînay xanûy wicûdî têkçûm te’mîr ke dûbare
eger çî nefsekem nasî û «kizubErebî» û «naqiz al’ihdihErebî»
eme meḧsûlî tûy xoye le dirwêney ke bêzare
welê ehlî cîhan ḧeta «atba’alqilubanErebî»yiş
hemû bo derdî xoy yek yek le to dawa eken çare
minî bedbextî diłtengî beden bîmarî ’îsyan bar
ke bem derdaneweş êşta ebînim nefsekem hare
ebê çon bo ḧusûlî ḧusnî ḧałî xom nepařêmin
leber ew derke wa xołî kilî «absarErebî» y ebřare
be cahî mertebey qurbet be payey ’îzzet û cahit
be ḧeqî pertewî nûrit ke nûrî her çî enware
be «walîl aza yiẍşîErebî» ke basêke tuřřey mût
be nûrî sûreyî weşşemş ke şerḧî ḧusnî řûxsare
be surmey quwetî dîdey «û ma zaẍ albisirErebî» qurban
be «sibḧan alzî asrîErebî» ke řazî weqtî dîdare
be ew badey sedaqet noşe ew xerqey sexa poşe
ke her çî şik ebird bexşî meta’ elbîse û pare
ke zatî ḧeq be cîbrîla legeł mujdey řezamendî
silamî nardibû bo ew řefêq û hemdemî ẍare
be ḧeqî ew kese ayîn perey bew send û wek awir
supay sûtênerî pûş û piłaşî ’umrî kuffare
emîr ceyşî le êrana le katî xutbeda dengida
muheya bin ke wa duşmin leserda hat û çekdare
be sîmay piř sena û nûrî cenabî ew kesey fîrqey
melek giştî le řûy weqrî ewa şerim û ḧeyadare
le bo techîzî ceyşul’usre û etbînî î’aney ew
be dawên her zeřî sûre û be sed sed wiştir û bare
be cahî fatîḧî xeyber kuřî mamî şehî serwer
ke katî me’reke ne’rey be ’eynî şêrî keřřaře
ke xot fermûte her şexsê emin serdar û gewrey bim
bizanin bo ewîş bêşk ’elî mewła û serdare
be ’îziz û nazî ew dû newcewananey şehîdane
ke her dû «qirةal’îninErebî» le bo ew şahe nazdare
be ḧeqî ḧezretî ḧemze be ’ebbas û be ’ebdûłła
be ihil û beyt û her zatê le řîzî alî ethaře
be abin ’ewf û ceřřaḧ û zubeyr û hem se’îd û se’d
be telḧe û cumle yaranit muhacir ya xu ensare
be weys û malk û nu’man be cahî şafî’î û eḧmed
ke wa coyan le beḧrî dîn be ḧeq lêdawe em çware
be cahî her kesê daray nizîkî û nîsbetî toye
teřeḧḧum ke be eḧwałî minî bedbextî aware
le bo çarêkî yekcarîm le herçî derde hîmmet ke
be mexsûsî le şeytan û le nefsîzałî mekkare
mesîḧ îznî be îḧyay qałbî ger bû mucazî to
be zîndû kirdinewey cîsim û dił û te’dîbî emmare
temenna sa bifermû bo î’adey quwet û řef’î
ḧîcabî qelb û bo şerḧ û şîfay em sîne bîmare
be bezlî yek nîgahit bo necat û fuz û îs’adim
hemû derdî kem û kurtîm be sehlî bo bike çare
le sayey bêşeyî şêranî xasî qurbetit qurban
diłim bo perwerş bûnî be lutifit wa hîwadare
beser dêmî derûnmida nimey feyzî xuda daka
be sewzey me’rîfet şîn ka tewawî ew zewî û zare
be gułzarî meḧebbet erzî dił giştî binexşênî
le deştî sîne biřwênê ewey hoy qurbî ẍeffare
eger çî nîsbetî pestîm le çaw tołey ewey nefsî
be tołey êwe nîsbet da le qedra ’uşrî mî’şare
le gewre her ebê gewre tełeb bikirêt û naçarim
leber derdî giranî xom bikem em û dad û haware
be deryay mîhrî to şayed biga pay ahî serdî min
le bo îmdadî min bête şepol em beḧre zexxare
le deryay gewherî ḧubbe û yemî mercanî êḧsane
ke beḧrî dûrîy ’îrfan û lu’lu’î feyzî şehware
le xezney ew cewahêrate wa barim berêke wek
şehê gencê keramet ka be mîskînêkî bêçare
le xwarî û nakesî û pestîm mepirse çon beser xaka
wekû yek şest eka baran eger berzî eger xware
ewa ’erzî perêşanî û temennay bezlî în’amit
be kurtî hate ser kaẍez be kurdî bem dû eş’are
be umêd û hîwawe xoy ewa hawêşte ew derga
ke wa xaşakî mesûdî cînan wibaẍ û gułzare
ke bełkû bê lewêwe mujdeye qet’î ke wa «eḧmedNasnava edebî»
segî xome û le her dû la her çî derde řizgare
îtir biřjê be xuř baranî eltafî xuda daym
beser ew ḧezrete û alu beser ew seḧbe kubbare