şîkirdinewey dinya û me’alî

Li pirtûka:
Xezney Cewahêr
Berhema:
Mela Ehmedî qazî pêncwînî (1920-1983)
 3 Xulek  519 Dîtin
’umrî tebî’î şet û sê sałe
ta panzey me’lûm însan minałe
bîst û çwarîşî le baqî şewe
’alemî ẍefłet bêhoşî û xewe
dwazdeşî êş û derd û nexoşî
bêtaqetîye û ẍem û peroşî
baqîşî ke wa pake lemane
têkełî lêłî fikirî jyane
anîkêş emîn nîye ke nemrê
ya derdî mirdin kutûpiř negrê
dinyaye ewne piř le cefa bê
yarêkî wa bêmîhir û wefa bê
her kesê aşna bew core bigrê
nîsbetî ’eqłî ḧeyfe lê bidrê
eger ew şeteş bibê be sed sał
bêkar û bêẍem mesrûr û xoşḧał
madam ke tałî fenay le paşe
’aqił heq ełê bê řebtî başe
tamî ew qise zor xoşe lelam
em dinya xewe û ’eyşî îḧtilam
zana ke wextê cîhanî nasî
des le ’elaqey biřî be řasî
çun zanîy ke cêy musafrete
bo weten muḧtac be tîcarete
’umrîş sermayey her neferêke
nefesîş her yek wek gewherêke
ger qazanc bika em tîcarete
’eyşêkî yekcar bênîhayete
weger zezer ka û şeqa û ḧîrmane
pena be lutfî xuda lemyane
çun her nefesê ke dêt û eřwa
etwanîn lefzê tewaw keyn lewa
eger zîkirî bêgewherî waye
bo sibey çaktir le gişt dinyaye
weger ew nutqe şer’en xirabe
pişkoyeke bo sibey ’ezabe
ger mubaḧîş bê bo řojî meḧşer
wek giłmotîke bênefi’ û zerer
fermûye ḧezret etrafî cennet
dewre dirawe be cehd û mîḧnet
agirîş dîsan dewre dirawe
be şehewat û meyl û hewawe
cahîlîş destî ’eqłî kotaye
zennî wek wehmî pepûle waye
ke wetê be şew çira ebînê
be dewredanî xoy esûtênê
me’lûme ke ew xo sûtandine
sebebî wehmî ẍełet birdine
weha ezanê ew hode tenya
tarîke werne hetawe dinya
ełê ew giře kunî dîware
řûnakî řojî lêwe dyare
meylî be geşî fezay hetawe
her xoy lê’eda û dêtewe dwawe
hemû keřetê ełê dûbare
nempêka bełkû derçim emcare
em besezmane herwa be ’ebes
xoy be destî xoy eka be qeqnes
însanîş herwa şewqî arezû
ebînê û pelamarî eda zû
kwêre derkî ew nefse çiłêse
ke dwayî ew giř û biłêse
boye fermûye «sîdalanimErebî»
«’ilîh alf alaf alsilamErebî»
kemerim girtûn bo ewe êwe
nekewne giřî piř biłêsewe
keçî êwe her pepûle asa
heł’ewerne naw awir le pesa
zana emane te’eqqul ekat
ta le piř lelay temessul ekat
be pêrêjnî fertût û kewtû
bêmîhir û subat qebîḧ û bedxû
weha le wez’î řiqî heł’esê
fermûy tełaqî eda sê be sê
dił xałî eka le meḧebbetî
da’enê kułî ẍem û mîḧnetî
hewêy axîret ke lêy torabû
leber ḧubbî em meylî gořabû
aşt ebêtewe dêtewe bolay
arayşit eda małê le mewlay
emma taqmê ’ulwî hîmmetyan
quwey perwazî bazî ẍîretyan
egate cêye sefîney ’uqul
le mewcî ḧeyret dête gêj û xul
dinya û axîret enêne lawe
eçin be serwext ’eşqî mewlawe
meşhûrin le naw ehlî em dinya
be ehlî ’îrfan ya be ewlya