basî ewlyay kîřam
Li pirtûka:
Xezney Cewahêr
Berhema:
Mela Ehmedî qazî pêncwînî (1920-1983)
2 Xulek
790 Dîtin
welî saḧbî řutbeye waye
şehenşay dinyay lela gedaye
bot me’lûm ebê a bem mîsale
ke çend xawenî cah û celale
sułtanê carê bînê le cêye
minałê xerîk małe koçêye
melîk witî bew tifłe sê sałe
eger to bîdey be min ew małe
minîş le batî ewe bêmnet
etdemê tac û textî sełtenet
çun da’î cah û îstîlay nebû
le jêr ew sewda be cîddî derçû
çun ebê beşer serf bika ’umrê
ewca da’îyey cahî pê’edrê
bezeyî hato şa bew minałe
ke dił xoş eka bew nexte małe
herwa ger welîş biłê be şaye
etdemê herçî le şe’nimaye
bew şerte ke toş tacî sełtenet
le cyatî ewe be minî bideyt
me’lûm melekîş bew mu’aweze
wek ’eynî minał tûře û ’acze
welîş şerbetî ḧîret noş ka
ke ew şa diłî be çî xoş eka
lem temsîle to sersam memêne
dûkełî înkar be dił meyene
welî kesêke dostî xudaye
be dił musteẍnî le masîwaye
daym teslîmî qebzey qezaye
ew le ḧeq řazî û ḧeq lew řezaye
gerçî be cesed le naw sûtaye
be řoḧ le cewley melekûtaye