beyanî bê kełkî pişîmanî

Li pirtûka:
Xezney Cewahêr
Berhema:
Mela Ehmedî qazî pêncwînî (1920-1983)
 2 Xulek  499 Dîtin
taqmî hełsan řoştin bo sefer
çend çoł û sext û kejyan girte ber
şewêkî hewr û zor tarîk û tûn
řêyan hełe kird be ẍarêka çûn
be kwêrî řoyîn şew ta beyanî
hemûş řêgeyan be deşt ezanî
hîç kesyan fikiryan bo eme neçû
ke ewe eman pya hatin kun bû
paş muddeye zor ḧałî bû lêyan
ke eme kune û mij penî pê dan
dîsan ta meẍrîb be temay necat
řoyîn û kun her dwayî nehat
paş teḧqîq derkewt wek tûlî waye
panîşî herwa bê’întihaye
hendê lewane cewahîrnas bûn
seřřafî gewher le’il û ełmas bûn
ewane destyan egêřa le xak
berdyan heł’egirt eyan xiste çak
lêyan me’lûm bû be fennî xoyan
berdî qîmetî řijawe boyan
koyan kirdewe lew wirde berde
lîbasî beyan bo kird be ferde
baqî be qaqay pêkenînewe
be dest betałî û hełpeřînewe
be îstîhzawe řêyan girte ber
eyanut hay duřiř hay le’il û gewher
ewanîş qet’en bew îstîhzaye
sexłet nebûn û gwêyan nedaye
muxteser hatin řûyan pêwena
ta le kunêko seryan derhêna
hatne derewe le nawqedî şax
şaxê hełet û sext û sengiłax
be sed tirs û lerz em berd û ew berd
heta xelas bûn le çing şax û herd
wextê hatnewe geyştine cêga
le bîryan çuwe zeḧmetî řêga
kołyan kirdewe destey cewhernas
hemû gewher bû yaqût û ełmas
her yekê bo xoy be ’eynî maye
bû be sułtan û geyşit be paye
ewanî tirîş be giřî ḧesret
agiryan têçû sûtan yek keřet
tarîkî dinyaş ke biřayewe
«aşirqit alarzErebî» şewqî dayewe
emaney îmřo îstihza eken
beta’et sibey be siza egen
ya řebib be ḧeqqî fezlî ’ezîmit
be deryay cûd û lutfî ’emîmit
be nesîmî ḧubib subḧî em dîne
bo xendey şerḧî gułẍunçey sîne
bułbulî diłey le newa xemoş
be neş’ey baxê bextî bêne coş