mîsalî sûtandinî řoḧanî be agirî cyabûnewe le mute’elleqatî û meḧbûbatî

Li pirtûka:
Xezney Cewahêr
Berhema:
Mela Ehmedî qazî pêncwînî (1920-1983)
 2 Xulek  688 Dîtin
meselen kesê împirator bê
xawen barega û qesir û qusûr bê
emînî le aşûb bê derd û elem
bê tirsî ’ezil û bê ḧesret û ẍem
zor be ’eyyaşî legeł ’eyala
řabwêrî legeł mał û minała
ẍefłeten le piř le hemû lawe
ewne bizanê dewreyan dawe
firya nekewê xoy ko katewe
le piř qa’êdî qapî katewe
pelî bibestî bîhênîte der
be zîllet berew ceyş bîdate ber
mesenedî şahî û kenîzekanî
qesir û barega û erk û eywanî
hemûy be carê îstîla bikirê
bibrête řîzê kes qedrî negrê
legeł eweşa bîken be berdes
şexsê bêşe’nî bêřeḧmî nakes
leber çawîşî «minisbErebî» y şahî
tacî keyanî û dewłet û cahî
be carê hemûy teseřřûf bikirê
destî te’eda bo hemûy bibrê
ebê ḧesret û daxî çende bê
dwê şehryar û emiř û bende bê
kemêkîş kewa diłî be tenya
małamał bika le ḧubbî dinya
wextê mird ḧałî wek ewe waye
dwê şa bû îmřo wa bênewaye
jin û małîşî teseřřuf bikirê
her piřzołêkî bo laye ebrê
emma ew kese dostî xudaye
azar le ẍemî her dû dinyaye
xuda be ḧeqqî «a’zim alasmatErebî»
be esmay ḧusna û be sifatî zat
be ḧeqîqetî ew meḧebbete
ke legeł «xîr albişirErebî»da hete
be senay qurbî ew sena û ḧemde
le ḧeşra eyłê le katî secde
be germî û sozî ew munacate
ke le bo berzî û ’efû û necate
be îsticabey ew şefa’ete
ke behay fewzî bê bîza’ete
mepirse lewe zore ya keme
xoşbe le herçî gunahê heme
le jîn û katî mirdin û me’al
parêzgarîm ke le derd û melal
ḧubbî darînim le diła derke
be şewqî lîqat dił munewwer ke
be se’adetî tamey her dû la
na’îlim bike ya ni’im almulîErebî
mexsûs be fezîlet le neş’ey ew lam
firdewsî berîn bike be me’wam
pařanewem gişt lê qibûł fermû
be keremî xot ya min hu huErebî