ke mirdî ḧałî ebî xwa çawî le hemû kirdeweyektewe buwe be yeqîn

Li pirtûka:
Xezney Cewahêr
Berhema:
Mela Ehmedî qazî pêncwînî (1920-1983)
 1 Xulek  492 Dîtin
padşayekî ’alî û zor be des
teqeřřûbî da be şexsê bêkes
wehaye sersext le řutbey pestî
umûrî małî xiste jêrdestî
bê îcaze û men’ herwekû meḧrem
eçû bo erk û ehato ḧerem
muddeyekî zor her weha mawe
teqdîr wereqî lê hełgêřawe
nefsî tefrey da le bo ẍeş kirdin
bo małî sułtan be tałan birdin
bî qusûr destî daye xeyanet
şikanî qufłî qapî emanet
destî kird be ẍeş le ḧeremsera
legeł carîye û hem karekera
beynê mayewe leser em îşe
řojê le «’în alfislîErebî» em îşe
serî hełbiřî seyrî kird naga
şa le kunêko temaşay eka
lêşî me’lûm bû boye ta îse
bêdeng buwe lem kirdewe pîse
ta qehrî baştir giłpe bisênê
napakî away pê hełkizênê
axir nefes hat hemû bê dînê
le xizmet xwada xoy xoy ebînê
ya řebbî xals be meḧzî řeḧmet
ḧîfzim ke le gişt xarî û fezêḧet