saqî ey mayey tereb leb perçemit řeyḧanî řûḧ

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1621 Dîtin
saqî, ey mayey tereb leb, perçemit řeyḧanî řûḧ
nîm xendê ke le ẍunçe, derxe serçawey sebûḧ
pirsişê ka ḧałî zarî ême, zarî kirdewe
lew didanane ke dedrewşayewe necmî futûḧ
lêwî derxist û be nasîḧ lêwe lerzey xist eger
bê tebessum ka debête afetî tewbey nesûḧ
bê minet řizqêke ẍem, bimirim le birsan, ew dexom
tefre naxom û tełeb nakem le dinya qûtî řûḧ
alḧizirErebî meḧwîNasnava edebî le newḧey bêgunahan alḧizirErebî
awî çawî bû cîhanî da be qiř tofanî nûḧ