enwa’î zore mexlûqî xuda

teqsîmî mewcûd be meḧsûs û ẍeyre we edîlle leser wicûdî ka’înatî ẍeyre meḧsûse
Li pirtûka:
Xezney Cewahêr
Berhema:
Mela Ehmedî qazî pêncwînî (1920-1983)
 4 Xulek  606 Dîtin
enwa’î zore mexlûqî xuda
zaten û wesfen gişt leyek cuda
her şikił û řengî însan byewê
le xezney kewna destî ekewê
qîsmê le mewcûd ewne letîfe
quwey ḧisis lebo derkî ze’îfe
wek mela’îke û erwaḧ û cinnî
ya ḧałî qebir ke nayanbînî
be’zêkîş piřî cismî wehaye
ḧewas le derkî beşî têdaye
corêkîş legeł herdû şerîke
bełam be layek tewaw nizîke
litafetî aw herçend meşhûre
le qîsmî letîf îştakû dûre
tewaw nizîktir be letîf wek «ba»
ke car car ḧuştir be baro eba
dem demîş aram bê sirwe û denge
çawîş ekeyto bê şikił û řenge
řenge bipirsî lew fîrqe kewa
be cinin û melek nyane biřwa
biłêy řast eken ełên heye «ba»
cwabit bideno be nefî û îba
ayînî waye herçê nebînin
îman be bûnî îtir neyenin
dwê kes ney’edî wicûdî mîkirob
wa êste derkewt be mîkiroskob
«tenwîmîş» lebo maddî îsbat kird
ke beşer tenha her beşerey mird
weya le xewya kesê exewê
le xewya eřwa pêy heł’ekewê
heł’esê ełê êsta ke xewtim
wamzanî leser banêko kewtim
yaxo le xewma le seyrî baẍ bûm
mesrûr û xoşḧał xawen demaẍ bûm
ew keseş kewa lay danîştuwe
ebînê ke em şexse nûstuwe
her wekû mirdû bêdeng û base
ḧerekey nebû ẍeyrî henase
biřway bem heye û munkîre bewe
nazanê mirdin ke biray xewe
cewahêr bêḧed le kenzî kewna
mewcûde û bêbeş le şikił û kewna
kê eyut hewa te’sîrî tyaye
ke hewa xoşî le bînîn naye
kewabû îtir înkar bêsûde
zor şit nabînrê keçî mewcûde
’elawe zor kes le katî wefat
lepiř sirûr û xoşî bo ehat
eyut wa çiray kerim hełkira
cêy xom le beheşt pê nîşan dira
nexoşê witî mujdem diraye
dûsbey cêget ew dinyaye
em beşaretey zor lela xoş bû
her bew mî’adeş le dinya derçû
ya le mirdinda şexsî weha bû
eyut «’ilîk alsilamErebî» bifermû
a lem new’ane zor waqî’ buwe
ke wextî fewtî beyan kirduwe
def’eye şexsê le nexoşîda
şew bû le ’eynî hoş û xoşîda
meclisî dewrî kirdine derewe
eyut ba mîwan bêne berewe
paştir ’eynî şew bang kiranewe
be îlḧaḧî zor boy gêřanewe
witî ewane teşrîfyan hawird
le ehlî ’îsyan nefretyan ekird
dway êwe hatin minîş bê pirsîn
ewanim yek yek hemû enasîn
wityan małî to ewney nemawe
sibes xoz bida le kej tewawe
legeł tewaw bû lêre koç ekey
be qesrî baẍî beheştit egey
şew ta beyanî ta katî hetaw
eypirsî le bo se’at naw be naw
hetaw ke wextê day le şax û gird
şehadey hêna û xwaḧafîzî kird
carê çen kesê bo sefer eçûn
bo xewtin şewê tûş çołîye bûn
yekêkyan hesta le ’eynî şewda
witî her êste bînîm le xewda
le piř girmeye hat û dway ewe
kewtime naw baẍê xoş ewza’ewe
nehir û awê xoş talarî ’alî
cêgeye wabû nebû emsalî
lewa bû ke xew beyan ka boyan
le piř ber şilîk diran hemûyan
ew cema’ete her mebeleẍê bûn
be selametî hemûyan derçûn
ew şexse êşta germey qise bû
gulleye lêy da û zû řoḧî derçû
dîsan ’adetî milûk wehaye
kem kes le esrar ewan agaye
meger he desey wizera û e’yan
řêyan bê carcar biçin bo layan
bo baqî memnû’ legeł ewîşa
her ’unsurêkin bênewa û paşa
ey to temate bem qusûrewe
bem cehil û xeta û gişt ẍurûrewe
bizanî esrar xudaye kewa
muḧtacî ewn شاە û bênewa
ya le bo min, to, bênête wicûd
payey ḧuzûr û meqamî meşhûd
şerefî xuzûr zanînî esrar
xasîy xewase û ewlyay kîbar
mîslî firîşte û eḧwałî qubûr
ya le مەەغیبات sa’îrî umûr
le qîsmî esrar edesî şahîn
le mexsûsatî ’îlmî îlahîn
welakîn be’zê ’îbadî kîřam
tab’î exlaq sîdalanim
be ’îlmî «lidinErebî» lelay xidawe
be’zê esraryan bo derxirawe
lazme leser şexsî musułman
îman be hemû ayetî qur’an
ebê baweřman bibê mela’îk
hen bê nêr û mê bê bab û dayk
bê xew û xwardin ejîn û emirin
hemû lay’isun mutî’î emirin
be’zê be ta’et řuxset dirawe
qîsmê umûrya tefwîz kirawe