beyanî şerefî new’î însanî

we sîḧetî ḧedîsî qudsî «lulak lulak lima xilqit alfilak»
Li pirtûka:
Xezney Cewahêr
Berhema:
Mela Ehmedî qazî pêncwînî (1920-1983)
 4 Xulek  872 Dîtin
biram nefseket eger epirsê
çon dirust bû kewn bo tenha kesê
bizane ’alem me’qul û meḧsûs
meqsûde le bo ḧezretî «qidusErebî»
ecramî ’ilwî û suflî hemûyan
me’lûm cemadin bê ḧîs û bê gyan
le bo ḧizmetî nebat û ḧeywan
dayîm xerîkin ecřam hemûyan
ferzen ger cemad tereqî bikat
şe’nî be řutbey ebadat egat
emma ger terfî’ bika nebatat
payey egate şe’nî ḧeywanat
kewabû ecřam çunke bê derkin
le qesdî «balzatErebî» bo xuda terkin
ẍerez lem ’ilwî lem suflîyane
leber xizmetî sewzî û ḧeywane
dîsan ebînin cînsî nebatat
ne řoḧî heye ne hîç ḧîs ekat
îcadî leber qûtî ḧeywane
ya lebo deway derdî ewane
kewabû ewîş meqsûy «balzatErebî»
nebû bo xuday zewî û semawat
ḧeywanîş hemû beẍeyrî însan
le qesdî «balzatErebî» xarîcin dîsan
çûn herçend însan ḧîsî têdaye
bełam le «ḧisّy ḧisّErebî» bê agaye
destî beşerîş be giştî egat
enwa’ teseřûf lewana ekat
kewate meqsûd lem gişt êḧsane
leber xatrî new’î însane
sebebî xelqî însanîş yeqîn
’îrfane be zat řebbûl’alemîn
ḧedîsî qudsî «xilqit alxilqErebî
likî a’irfErebî» me’lûme ḧeqe
çun eger leber xew û xwardin bê
ta beynê jîn û dwayî mirdin bê
çi ferqî itir legeł ḧeywane
fa’îdey çî bû em xizmetane
hewr û ba û felek mang û řoj tewaw
xerîk bin ta to jînit dête naw
toş her bo ewe bixoy û bimrî
kewabû darî diřkî bê berî
madam bê kełk û muzřiř û ziřî
layeqî luqmey biłêse û giřî
be fermûdey xwa mewcûdat bira
xelqî hîç kamî be gałte nekira
«û ma xilqit alcin û alansErebî»
tefsîrî lelay zana bipirse
lay ehlî qur’an «lî’bidunErebî»
tefsîr kirawe be «yi’irfunErebî»
řêy me’rîfetîş terkî hewaye
ḧusnî ’îbadet wer’ û teqwaye
dirustî nekird ecînne û însî
îlla bonasîn zatî eqdesî
kewabû meqsûd le xelqî însan
bo me’rîfete be zatî yezdan
xo me’arfîş beḧrêkî waye
saḧlî nîye û întihay naye
emma derecat lewa bo însan
heye be gwêrey zyadî û nuqsan
enbya û zumřey ewlya heryek
teşrîf kirawin be mertebeyek
her kamê egrî lew buzurgane
nehengî qe’rî beḧrî ’îrfane
her yek be qeder me’rîfetî xoy
esrarî qudsî munkeşîfe boy
gewreyîş le naw ew eşřafane
be pêy wîs’etî ’îlim û ’îrfane
meqsûdî esłîş le gişt eşyaye
e’latryane be řutbe û paye
herwek le seda gişt e’dadî pest
heye wekû sî, penca, newed, şest
înca be «’ilim alîqînErebî» bizane
erfe’î herçî řutbey îḧsane
eqsay derecat le me’arîfa
’etay fermuwe xwa be mustefa
ye’nî muḧemmed «sîdalbişirErebî»
şahî kewneyn û şaf’î meḧşer
wa derkewt tenha her me’arîf bû
ke qesdî «balzatErebî» lewa sarîf bû
baltibi’ le bo ecram û ḧeywan
qesd û îrade sadir bû boyan
îtir ke cemad leber nebat bê
nebatat xoşî bo ḧeywanat bê
xelqî ewanîş leber însan bê
însanîş leber kesbî ’îrfan bê
ferdî kamłîş le ehlî ’îrfan
risul alilhErebî bê bê şubhe û guman
dyare liber ew ḧezretî mennan
hênaye wicûd erz û asman
seḧîḧe bê şik xîtabî «lulakErebî
lulak lima xilqit alfilakErebî»