beyanî hoy kehałî le becêhênanî fermanî xwa

Li pirtûka:
Xezney Cewahêr
Berhema:
Mela Ehmedî qazî pêncwînî (1920-1983)
 2 Xulek  621 Dîtin
be sirwey sebay fikirî ḧeqiq bo dił
ẍunçey me’rîfet epşikiwê be guł
bełam be sebeb ’îşqî em nefse
bo cîfey dinya lew xêre ḧebse
çunke meşhûre dił her diłîke
merbûtî řuştey ’îşqî gułêke
sayrî eşyay lela me’dûme
xoy le xoy fanî be kurdî gume
wa bew dawewe hetakû emrê
ke mirdîş xawen dił lêy nabûrê
heye ’aşiqê sikey dînare
bo kokirdinewey dił birîndare
mecbûbê be’zê ḧeywan darîye
bo bizne şelê derdî karîye
be’zê talbî şe’in û ’îzzete
ta mawe beşî dax û zîllete
be’zê řaẍbî hêstir û kere
qismî «mirucErebî» fî’lî munkere
taqmê ’îşqî wa legeł pîşe
herkes mecbinûnî leylî yek îşe
dił ke le ḧubbî emane piř bê
ebê leberî me’rîfet ziř bê
çunke camêkit ke piř kird le do
cêy şitî tirî têda nabêto
lelay ewane ehlî ’îrfanin
hoy bê fermanî ademî dwanin
sebebî herdûş hend bê feřîye
sebebî gewrey axir şeřîye
yekêkyan şike be bûnî میعااد
«ni’uz mine birb ali’badErebî»
yekê tirîşyan ’elaqey qewî
be mał û cah û emrî dunyewî
wekû ewane ke nawman birdin
bo misał basî be’zêkman kirdin
dewa bo herdû tertîb dirawe
boyan le şûşey mîsal kirawe