mewlûdname 2

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 15 Xulek  867 Dîtin

ḧikayet kirawe: ḧakmêk hebû zor załim û ẍeddar. emma ’adetêkî hebû hemû sałê deykird mewlûdî pêẍemberî nazdar. amozayekî hebû be teme’î ḧikûmetê bû. çendî deykird be ḧakmekey nedebird zefer. řojêkî dîtî ḧakmeke le xîlwey danîştuwe. bê selaḧ û hemdem û hemser. le nakawřa dest be xencer. lîngî daye ser. gutî: ey xebîsî pîsî bedfeř. kê heye xelast bika, el’an detkûjim be xencer.

ḧakmeke be ser zimanîda hat kutî: xelasim deka mewlûdî pêẍember. hêşta be temamî qisey le zarî nehatbo der. xişteyek le dîwarî derpeřî. weserî diłî kewt, cê be cê ḧeyatî lê biřî.

nedayek hat le asman. necatman day bo ḧurmetî «sîdalisqilînErebî». eger eto zyad bikey, êmeş bot zyad dekeyn.

 

ḧikayet kirawe: ’ebdûłłaKesy mibarek deyfermû; tedarekî ḧecim dekird. řojêkî le miḧelleyekî guzerim kird. çawim be jinekî kewt. mirdare buwekî de destî dabû. kutim: nazanî mirdare buwe, ḧerame!

gutî: ey ’ebdûłłay îstirarî îḧtyacê, ḧeramî ḧełał deka. de diłî xom da kutim: ew mange, mangî mewlûde, çake hemû małî xom be nîyetî mewlûd bideme ew jine. řefîqim hemû çûn û hatnewe. le xewda pêyan kutim:

ey ’ebdûłła, madam hemû małî xot be nîyetî mewlûdî pêẍember da bew jine. xuday te’ala melayketêkî xełq kirduwe be sûřetî to. hemû řojê ḧecêkit le bo deka heta řojî qyametê.

ḧikayet kirawe: le eyyamî ’ebdûlmelkî binî merwanKes. cewanêk hebû zor swar çak bû lew zeman. dayîmen espî xoy ẍar deda le meydan. le şaran û le deştan. řojêkî le řojan, le nêw şarîda espekey deykird cewlan. çunke serkêş bû negeřawe. řûy kewte ber dergay xelîfey. «tiqdîralilhErebî» kuřî xelîfey lew meydanî dexulawe. ke bazdî hawîşt espî bedfeř. ser û sîne û zigî têk şikand wek fener. ke geyşte xelîfey, ew xeberey weḧşet eser. deryay ẍezebî hate coş. destî kird be coş û xiroş. kutî: qatłî kuřim bênin. le pêş çawim be agirî bîsûtênin. cellad û feřřaş derpeřîn. wek şêrî neř deneřîn. dîtyan cewanekey mîskîn. de diłda kutî: ey «rib al’almînErebî». eger xelasim bikey lem bełay weha ’ezîm. şerit bê bîkem mewlûdî pêẍemberî kerîm. qołyan girt hênayane ḧizûr xelîfey. ke çawî pêkewt destî kird be pêkenîn, le paş wey nîzîk bû bixinkê le ber buẍiz û qîn. kutî: ey cewan eto saḧrî? kutî: nawełła ya «amîralmumnînErebî». fermûy: ey cewan ewe ’efum kirdî. emma biłê bizanim çit be ser zimanîda hat? kutî: lew zemanî da kutim ya řeḧman û ya řeḧîm. eger xelasim key lew bełay weha ’ezîm. şerit bê bîkem mewlûdî pêẍemberî kerîm.

ewcar xelîfe daye wî hezar zêřî sûr. ta xerc bika le mewlûdî pêẍemberî piř nûr.

 

ḧîkayet kirawe: le memleketî besreCihy. pyawêk hebû hemû sał, le bo mewlûdî řesûłî melkî mute’al xercî dekird gelêk zêř û zêw û mał. cîranêkî hebû cûlekey dîn be tał. jineke le mêrdekey xoy pirsî: çi ḧîkmete hemû sałan. lem wexteda em cîraney misułman. małî xoy deka tałan. be hîç û pûç û xořayî serf deka. mêrdekey kutî: ewe weha ze’im deba ke pêẍemberî wî lew wexteda hatote ser dinya. ewe gwêzebaney wîye deyka ke şewî mewlûdê dahat.

 

jine cûleke le xewda dîtî yek cema’et. le nêwyan danîştuwe zatêkî be wîqar. bêsêber û piř enwar. şox û şeng û meh řuxsar. şekerxendey şîrîn guftar. qed ’eř’eř û mû kemer. mişk mû. ’enber bû. sumbul gîsû. firîşte sirişt û cemał beheşt. fesîḧ ziman û melîḧ dehan. didan dûřřî lêw mercan. řûmet gułî perçem rêḧan. wek mangî çardey nêw estêran. deřoyî bo małî cîranekey misułman. pirsî le yekê lewan. kêye em serwî bustanî gyan? kutyan ewe xatemî řesûłe. ewe hadyê subule. meḧřemî esrarî xudaye. nasxî dînî ’îsaKes û mûsaKesye. nawî mibarekî ḧezretî «miḧmidalmisitifîErebî»ye. kutî: eger bangî bikem cwabim deda? kutyan: bełê tekebbûr û ’înwanî nîye ebeda. kutî: ya miḧemmed, fermûy «libîkErebî» yanî le xizmetit rawestawim. kutî: ey nûrî çawim. kołekey dînim. kizey cergim. roḧ û henawim be qurbanit bê. etû çilon be «libîkErebî» cwabim dedey. xo min dîn dujminî tom! fermûy qesem bew kesey ke emnî gêřaye be pêẍember. weham cwab nededayewe heta nemzanîwe ke hatuwîtye ser dînî xom. jine cûleke ’erzî kird: ya miḧemmed çi biłêm? fermûy: biłê «aşhidu an la alh ala alilh û aşhidu an miḧimd risul alilhErebî». jine cûleke misułman bû. her le xewê da nezrî kird çunke xuda hîdayetî da. hemû małî xoy bikate xêrat. ke sibḧeynê wexeber hat, dîtî mêrdekey dirust deka nan û çêşt û te’am. pirsî le mêrdekey ewe çi dekey? kutî ewe bo ew keseye, ke le ser destî qebûłit kirdîye dînî îslam. ewey hate lay to, hate lay minîş. «silu ’ilîh wisilim tislîmaErebî»

merḧeba, ya merḧeba, ya merḧeba
merḧeba «cidalḧisînErebî»y merḧeba
merḧeba ey seyîdî dunya û dîn
merḧeba ey şaf’î řojî ceza
merḧeba ey şahî cem’î murselîn
merḧeba ey tayîrî ’eřşî xuda
ewşo mewlûdî ḧebîbî xałqe
ey gelî ommet biken zewq û sefa
ey misułmanan hemû têkřa biłên
ya řesûłełła hezaran merḧeba
sed dirûd û sed teḧîyat û selam
ber cemałî pakî to ya mistefa
bo emînî řû syah û piř guna
řojî meḧşer her etoy pişt û pena

esłî îcadî fexrî adem emeye. le pêş kullî mexlûqêda, nûrî ḧezret, be hezar û şeşsed û heşta sałî îcad kira. dwazde perdey le bo tertîb dira. perdey qudret û ’ezemet û minnet. řeḧmet û se’adet û keřamet. menzîlet û hîdayet û nebuwet. řef’et û heybet û şefa’et.

 

dwazde hezar sał le perdey qudret da tesbîḧatî ewe bû «sibḧan ribî ala’lîErebî». yazde hezar sał le perdey ’ezemet da tesbîḧatî ewe bû «sibḧan ’alim asra û axfîErebî». de hezar sał le perdey minnet da tesbêḧatî eme bû «sibḧan alirfî’ ala’lîErebî». no hezar sał le perdey řeḧmet da tesbêḧatî ewe bû «sibḧan alḧî alqîwimErebî». heşt hezar sał le perdey se’adet da tesbêḧatî eme bû «sibḧan min hu da’îm laysihuErebî». ḧewt hezar sał le perdey keřamet da tesbêḧatî ewe bû «sibḧan min hu ẍinî la yiqtisirErebî». şeş hezar sał le perdey menzelet da tesbêḧatî eme bû «sibḧan al’ilîm aliḧkîmErebî» pênc hezar sał le perdey hîdayet da tesbêḧatî ewe bû «sibḧan zî al’irş al’izîmErebî». çwar hezar sal le perdey nebuwet da tesbêḧatî ewe bû «sibḧan ribik rib al’izة ’ima yisfi’unErebî». sê hezar sał le perdey řef’et da tesbêḧatî ewe bû «sibḧan zî almilk û almilkutErebî». dû hezar sał le perdey heybet da tesbêḧatî eme bû «sibḧan alilh û biḧmideErebî». hezar sał le perdey şefa’et da tesbêḧatî ewe bû «sibḧan alilh al’izîm û biḧimd ya alilh ya kirîmErebî».

 

be’dez’an. xudawendî ’ezîmuşe’in. de beḧrî xełq kirdin. eweł, beḧrî şefa’et. nûrî ḧezretî miḧemmed. hezar sał têy da meley dekird. deyfermû: řebbî, řebbî. dûhem, beḧrî nesîḧet. dû hezar sał lewê da meley dekird. deyfermû: îlahî, îlahî. sêhem, beḧrî şukir. sê hezar sał lewê da meley dekird. deyfermû: seyîdî, seyîdî. çwarem, beḧrî sebir. çwar hezar sał lewê da meley dekird. deyfermû: ya eḧed, ya eḧed. pêncem, beḧrî řeḧmet. pênc hezar sał lewê da meley dekird. deyfermû: ya řeḧîm, ya řeḧîm. şeşem, deryay muḧîbbet. şeş hezar sał lewê da meley dekird. deyfermû: ya ’elî, ya ’elî. ḧewtem, deryay ’îzzet. ḧewt hezar sał lewê da meley dekird. deyfermû: ya ’ezîz, ya ’ezîz. heştem, deryay ḧîlim. heşt hezar sał le wê da meley dekird, deyfermû: ya ře’ûf, ya ře’ûf. nohem, deryay qena’et. no hezar sał lewê da meley dekird. deyfermû: ya sebûr, ya sebûr. dehem, deryay řef’et. de hezar sał lewê da meley dekird. deyfermû: «sibuḧ qidus ya alilh ya kirîmErebî».

 

be’dez’an. le goşey dehemîn, seccadeyekî nûrîn. ḧewt hezar hêndî asman û zemîn, řayexra. lem seccadeye ḧewtised meqam, tertîb dira. ewełyan meqamî tewḧîd. axîryan meqamî muḧîbbet. nûrî ḧezret le her meqamêkî hezar sał meşẍûł bû be tesbêḧatî ḧezretî zîlcelal. le paşan xudawendî ’ezîmuşe’in fermûy: ey nûrî ḧebîbî min. emin kêm?

kutî: eto xalqî minî, řazqî minî. mewlay minî, xuday minî. ẍefûrî minî, sebûrî minî. me’bûdî minî, meqsûdî minî.

xuda deyfermû: aferîn ey nûrî xas. çakit nasîwim. emma ’îbadetêkim le bo bike be îxlas. ta hemû kes bizanin nîşaney me’rîfet. meşẍûłî bendeye be ta’et.

ew car ew nûrî ḧezretî saḧêb cemał. meşẍûł bû be ’îbadetê fîlḧał. eweł def’e, hevde hezař sał, le xizmet melkî mute’al, řawesta. xuda qebzeyek le nûrî pakî xoy be ser da řijand be xełat. le muqabîl em şefeqete, sucdey şukirêy bird. xuda nwêjî sibḧeynêy le ser wî û le ser ometî wî feřz kird. dîsan hestawe û le meqamî xizmet hevde hezar sał qyamî kird. dûbare xuday te’ala le nûrî xasî xoy xełatî kird.

ḧezret dîsan sucdey şukirêy bird. xuday te’ala nwêjî zuhrêy leser wî û le ser ometî wî feřz kird. ta pênc def’e bem destûre ’emelî kird. pênc feřzey le ser wî û le ser ometî wî feřz kird.

be’dez’an emrî kird xuda. dû řeke’et nwêjim bo bike. dû řeke’et nwêjî kird be şazde hezar sał. fermûy melkî mute’al: ey nûrî ḧebîbî xom qebûłim kird ew nemaze. çi meqsûdit heye îznim day lêm bixiwaze. kutî: xudaye! řecam waye. xêrî em nwêje be ommetim keřem bikey. lêyan xoş bibî û le cehennem ’ezabyan nedey.

xuday te’ala deyfermû: aferîn ey nûrî şifî’ alimzinbînErebî. qebûłim kird kelamit. be cêm hêna meřamit. elḧeq řecat be cê bû. emin ewem dewîst le tû.

ke nûrî ḧezretî miḧemmedî muxtar em keřem û newazşey dît yekcar, sed wibîst û çwar hezar qetre be ejmar çik çik lêy çikane xwar, her yek bûn be esłî pêẍemberêkî nazdar.

ey penahî ommetê, řoḧim be qurbanî to
le řojî qyametê, destî me û damanî to
seyîdî dunya û dîn, riḧimit alli’almînErebî
pêşewayî muřselîn, saḧêbî quř’anî to
tayîrî her no felek, selewat lêt bin gelek
însan û cin û melek, bûne senaxwanî to
seyîdî kewneyn etoy, şahî seqeleyn etoy
cidalḧisnînErebî etoy ḧebîbî yezdanî to
şifî’ alimzinbînîErebî, şahî dunya û dînî
piştîwanî emînNasnava edebîy, penahî ’asîyanî to

be’dez’an xudawend, nûrî ḧezretî kirde de ḧîse. le ḧîsey eweł ’eřşî îcad kird. ’eřş textî xudaye. çarset hezar řuknî le bo tertîb diraye. mabeynî kûlî řuknan çarset hezar sał řaye. ew ’eřşe ’ezîme le ser şanî çwar melayketan dandiraye. le ḧîsey dûhem qełemî îcad kird. pênsed sał řêy dirêje. çil sał řêy pane. me’mûr be emrî řeḧmane. xuday te’ala fermûy: ey qełem binûse. kutî: çi binûsim ey rib al’almînErebî? fermûy: binûse be nûsînêkî selîm. «bisim alilh alirḧimin alirḧîmErebî» ke qełem geyşte lefzî ełła le heybetan şeq bû. her dû serî lêgdî cuda bû. be îsmî «alirḧimin alirḧîmErebî» çak bowe. wek qełemî wêstake be hezar sał tewawî kird ew kelîme pake.

ew car qesemî xward xuday te’ala, fermûy: be ’îzetî xom, her kesê le ommetî miḧemmedî selîm carêkî bilê «bisim alilh alirḧimin alirḧîmErebî» sewabî ḧewset sałî dedemê, şadî dekem be cinat alin’îmErebî.

be’dez’an ’ededî qetreyî baran. gełay dirextan. remłî deştan. ḧibûbatî eřzaqî mexlûqat. şew û řoj û deqîqe û se’at, çî le dunya řû bidat hemûy nûsî be îsbat. le bo ommetanî nûsî: her kes îta’etim bika cêy cinat alin’îme. ewî bê emrîm bika cêy mekanî ceḧîme.

ke îřadey kird le bo ommetî ḧezretî pêẍember wekû wanî dî binûsî le defter, xuday te’ala fermûy: ey qełem menûse wekû wanî dî le bo ommetî miḧemmedî muxtar. bełke binûse ewey bê emrîm deka ommetêke gunahkar, emma xudayan řeḧîme û ẍeffar. qełem kutî: yařebbî! ew miḧemmede kêye wa xoşewîst û bizurgewar. xuday te’ala fermûy ey qełem be celalî xom qesem eger ew nebwaye, nemdexułqandin erz û asman û hîç eşyaye. qełem ke ewey bîst, sucdey te’zîmî le bo ḧezretî bird. le paşan serî biłînd kird. be emrî xuday te’ala selamêkî lê kird. xuday te’ala le batî ḧezretî, cwabî selamî dawe. lew řojewe selam kirdin sunnete, cwabî feřze.

le ḧîsey sêhem: lewḧî tertîb da ke dûřřêkî bêzaye. le kenar melayketêk dandiraye. řojî sed û şêst car menzûrî nezerî xudaye. be’zekan zîndû deka. hêndekan demrênê. ’ezîzan zelîl deka. zelîlan ’ezîz deka. feqîran ẍenî deka. ẍenîyan feqîr deka. saẍan nexoş deka. nexoşan, saẍ deka. sałḧan fasq deka. fasqan sałḧ deka.

le ḧîsey çwarem: mangî îcad kird. le ḧîsey pêncem řojî xełq kird. beḧrêkî sî hezar sał řêy le hewa mu’elleq řagirt. mang û řojî wek masî, de naw ew beḧre da carî kird. eger ew beḧre nebwaye, řuxsarî tabdarî mangê seraser aşqî debûn. wek butperestan sucdeyan le bo debird. eger ew beḧre nebwaye, ḧîcabî tabdarî řûy řojê, dunya û «ma fîhaErebî»y desûtand. hemû şitî ’edem dekird. hemû řojê le nûrî ’eřşê nûrêkî dawêne ser. ḧeřařetêkî nwêy dekene ber. řojî dî ew nûre be nûrêkî dî degořdirêtewe. ew ḧeřařete dehawêjrête ser cehennem. ḧeřařetêkî dî de ber dekenewe. ke řojî qyametê dahat hemû ḧeřařetekey pê dedrêtewe. hemû nûrekey lê destêndirênewe. be ’eřşî ’ezîm keřem dekirêtewe. zułmet be nehayet dega. ḧeřařet însanî desûtênê be qeder małî kewanî, ya qebzey destî, çil gez le serî mexlûqatê řadewestî. însan zor ḧez deka bimrî emma qet namrî.

le ḧîsey şeşem, beheştî xełq kird ke mekanêke hîç çaw, cêy wa xoşî nedîwe. hîç gwê, dengî way nebîstuwe. mekanêkî zor diłguşaye herçî be dił ḧez bikey, keyfit lêy bê têy da, ḧazir û muheyyaye. řêgey îtba’î ḧezretî «miḧmidalmisitifîErebî»ye «silu ’ilة wisilim tislîmaErebî».

eger le dunya saḧêb gunahim
le řojî meḧşer etoy penahim
be ah û şîwen dekem řecayê
řeḧmêk bifermûy be şîn û ahim
geda le derkî şehan debin şad
emin gedame û toy padşahim
xermanî řuḧmî to bê ḧîsabe
’eta bifermû yek peřře kahim
bo xatrî quř’an le řojî meḧşer
yařeb sipî key dû řûy syahim
sed ḧeyf û ḧesret emînNasnava edebîy şinoCih
be xořayî çû ’umrî tebahim