mewlûdname 1

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 7 Xulek  1367 Dîtin

naw beheştê, be bê ẍem û derdeser. be çawî xoy debînê cemałî xudayî ekber îmamî şaf’î fermûyetî bê guman. her kes tedarek bika le mewlûdî seyîdî îns û can. xiř bikatewe cema’etî biraderan. muheyya bika xwardin û nan. muzeyyen û xałî bika le małî xoy cê û mekan. bê teqsîr bika xizmet û îḧsan. bibête sebebî xwêndinî mewlûdî saḧêbî «telaweةû alqir’anErebî» le řojî qyametê ḧeşrî wî dekirê degeł seddîq û şehîd û ewlyayan. be bê zeḧmet û meşeqqet deçête naw baxî cinan. şad debê be ḧor û qusûr û ẍîlman. «selّwu ’eleyhî weselim teslîmaErebî»

şêx siřřî siqetî, lêy bê řezayî me’bûd. fermûyetî:

her kesê be ḧubbî dił biçête ser xwêndinî mewlûd, ke ennehû deka qesdî řewłeyî cennet û ḧewzî mewrud. çunke debête sebeb û ḧubbî saḧebî «miqam alimḧimudErebî» û «lwa’ alimi’qudErebî», «ri’îs al’ilmayîErebî» ’êraqî û ḧîcazî. îmam fexreddînî řazîKes, xuda lêy bibê řazî. fermûyetî: eger bixiwêndirê mewlûdî efzilî mexlûqat. le çêştêkî le me’kûlat. têyda zahîr debê berekat. le me’dey însan da des deka be îstirab û ḧerekat. ta bo ew kesey ke xwardîtyewe meẍfîret dê be xełat. mewlûdî şahî lewlak. eger bixiwêndirê le awêkî pak. her kesê bixiwatewe debête pyawêkî çak. deçête naw diłî, hezar hezar nûr û řeḧmet, derdeçê le naw diłî hezar hezar ẍelil û ẍeş û ’îllet. mewlûdî saḧêb mê’rac. eger bixiwêndirê le dirawêkî sikke lêdrawî řewac. deykewêtê bereket, saḧêbî qet nabê muḧtac.

«siltan al’arfînErebî», ḧezretî şêx celaleddînî syûtî fermûyetî be yeqîn. le her mekanêkî bixiwêndirê mewlûdî «sîd almirsilînErebî». dewrî deden mela’îkey de nûrîn. hemûyan sef debestin, řawedestin, tebeq tebeq řeḧmetan be ser ehlî ew mekaney da deřjêtin, le xezêney řeḧmetî «rib al’almînErebî». emma mela’îkey muqeřřeb, ye’nî cubra’îl û muka’îl û îsrafîl û ’îzra’îl û ’îna’îl. safîn û ḧafîn û keřřubîn. tełebî meẍfîret deken bo ew kesey ke bûyte ba’îsî xwêndinî mewlûdî «şifî’ alimzinbînErebî». leser wî defi’ dekirê beła. ta’ûn û weba. sûtan û xinkan. şeřřî řêgran û dizan. buẍzî ḧesûdan. wehmî cemî’î afetan. îman le çingî şeytanî bê îman. xelas deka. cwabî munkîr û nekîran be asanî deda, qebrî teng û tarîk le bo wî debête baẍ û baẍat. «selû ’eleyhî weselّm teslîmaErebî»

ḧikayet kirawe le zemanî emîrelřeşîdKes, harûneřeşîd. le şarî besrayê cewanêk hebû zor pelîd. le fasqî da şagirdî wî bû yezîd. çi çakey nebû le paşî îman. ke mangî mewlûdê dehat. ẍusłî tobey dekird be dił û be gyan. te’amêkî lêdena, lêy dexwêndewe mewlûdî pêẍemberî îns û can. ke mird le ber xirapîyan, fiřêyanda ser gûfekan. neyanbirde ser qebran. nedayek hat le asman. ey ehlî besre ḧazir bibne ser cenazey fiłan cewan. ke yekêke le ewlyayan. ehlî şarî cewan û pîr. padşa û geda û derwêş û feqîr. ḧazrî ser cenazey bûn. şardyanewe bê te’xîr. le xewyan dît eweł şew le ser textî danîştuwe ew. řuxsarî wek mangî çarde şew. pêyan gut: etû le dunyaye zor fasq bûy û eḧmeq. be çi sebeb şad bûy. be ḧor û qisûr û lîbasî sindirûs û îstebreq. gutî: sebeb be te’zîmî mewlûdî ew kesey ke be îşařey enguştê mangî kirduwe şeq.

ḧikayet kirawe le şarî hewlêrê, padşayek hebû nawî sułtan muzeffer bû. yazde mangan her le tedarekî mewlûdî pêẍember dabû. le kullî zîřoḧan yek hezarî dekûştewe. çend hezar new’ te’amî dirust dekird. le teřef buxarayê dwazde hezar ’ulemay dehêna, bo qera’etî mewlûd. hemûy xełat dekirdin. şewêkî le xewda, çawî pê kewt be cemałî ḧezretî řesûłełła «seley alh ’eleyhErebî». fermûy ya muzeffer, ya «nural’înErebî». «اەنقەزنی mîn hizîn alaşqerînErebî». le xew řaperî. sełewatî dan le pêẍemberî. tîkirar nûstewe. pêẍemberî le xewda dîtewe. ew kelîmey le lêwî mibarekî bîstewe. dûbare ke be xeber hat. le pêẍemberî da selewat. def’ey sêhem ke ew ḧałey dît. wezîrêkî ’aqłî hebû tełebî kird. xewnekey le bo gêřawe. wezîrekey kutî: řameweste, ełbete îşêkî gewre le medîney munewwere qemawe. her ew şewî be îlẍay degeł xoy bird, şêst bar derhem û dînar. řûy kird bo medîney piř enwar. le mizgewtî řesûłełłay dabezî. le ber ḧeyretan dił û canî tezî. emrî kird ehlî şarî bêne lam cema’et be cema’et. bên ta hemûyan bikem xełat. herçî dehat deynûrî be qestî. mistêkî zêř dena denaw destî. gewre û giçkey bew new’e xełat kird. řêy bo serḧedî meqsûdê nebird. le paşan pirsî kê maye? ta bîdemê sermaye. kutyan kes nemaye. be ẍeyrez dû zatî mibařekî nûranî. ’abîdî xełwetxaney řûḧanî. xadmî dergahî řebbanî. fermûy tełebyan ken bêne lam. be î’zaz û be îkřam. ke hatin ew dû şexsî bed fî’alî eşqer. cê be cê kewtine sucde û sełewat lêdan le dîdarî pêẍember. gutî: êwe çîn lêre? gutyan: ême xadmî pêẍemberîn. lêre bûnman zor xêre. ’îbadet bo xuda dekeyn. pare be feqîr û hejar dedeyn. fermûy: cêtan le kwêye? gutyan: le ḧucrey mesicdêye. ço ḧucreyan bê te’xîr. dîtî řaxsitiraye yek ḧesîr. ke ḧesîryan labird, le binî texte dar bû. ke texte daryan labird. neẍemêk dyar bû. çuwe naw neẍemî ḧakmî erbîl. têy dabû kułîng û bîl, lêyan deda be metreq. ew car îqřařyan dekird be mutłeq. gutyan: ême kafrîn. hatîne wicûdî zicûdî mes’ûdî řesûłełła bidzîn. bîbeyne memleketî ferengî. be dizî bîsûtênîn be bê dengî. emrî kird le beraber řewłey muteheř. şeqyan kirdin ew dû kafrî segî bedfeř. le etřafî řewłey benî haşmî «’eleyh alselaةû û alselamErebî» seddêkî dařjand le qurquşmî. be bereketî mewlûdî pêẍember. na’îl bû bew şeřefe.

merḧeba ey seyîdî dunya û dîn
merḧeba ey «sadiq alu’dalamînErebî»
merḧeba ey tayîrî ’erşî xuda
merḧeba ey şahî cem’î muřsełîn
mezherî î’caze wek «şiq alqimirErebî»
berguzîdey xalqî ḧeyî mu’în
sed hezarit şah ser ber astan
qeyser û eskender û xaqanî çîn
ey le bo teblîẍî ayatî kelam
qasdî řahî to cubřîlî emîn
to nebî bûy ya miḧemmed der ezel
ḧezretî adem le beynî ma’ûtîn
ummetî toyne, penahin her etoy
řojî meḧşer ya «şifî’ alimzinbînErebî»
řojî meḧşer wextî mîzan û ḧîsab
ya miḧemmed to şefî’ be bo «emînNasnava edebî»