wîsal
Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
2 Xulek
1282 Dîtin
le çêhrey erẍewanî min nîşanî ’îşqê peydaye
be eşkî xwênnîşanî min xetî hîcranê nûsraye
ḧedîsî damî mecnûn û sîwadî zulfî leylaye
ḧeqîqet bulbulî miskîn le bo guł şêt û şeydaye
kesê pabendî ’îşqê bê le ’alem mest û řîswaye
be çawî bazî bîmarî řeşî mestî seḧerxîzî
ke hełdestê le xew yarim wekû şîrînî perwîzî
deka îḧya diłî ’alem be lefzî şekker’amîzî
fîdayî çawî mestit bim le bo îmřoke lêm zîzî
gunah û sûçî min axir çîye? çi buwe? çi qewmaye?
wefayî asmanê hênde bû lêkî cuda kirdîn
be dax û ḧesretî derdî cudayî mubtela kirdîn
le ’alem zêdetir gyana min û toy berbela kirdîn
çi şadî pê nema sehle hemûy xem pê ’eta kirdîn
xisûsen min diłim dayîm be narî ’îşqê sûtaye
le dinya gerçî destî metłebim nagate damanit
le ser pirdî sîřatê şerte bigirim min gerîbanit
de aẍûşî xo bigirim qametî serwî xeramanit
be ḧubbî dił hemêşe bon bikem narincî pistanit
biłêm ew nî’mete mîslî ’etayî ḧeq te’alaye
ne bo leylî wekû min ’aşiqê mecnûnî dêwane
ne bo dîdarî şem’ê mayîlî sûtane perwane
ne bulbul wik emînNasnava edebîy ’aşiqî řûyî gułe gyane
le pêş çawim seraser mułkî dunya bê to zîndane
le ḧeşrêda wîsalî to dekem le xuday temennaye