mewlûdname 3

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 12 Xulek  879 Dîtin

beheşt, heşt tebeqeye. ewel «daralcilalErebî»h, mecmû’ le mirwarî sipîye. dûhem «daralsilamErebî»e, le yaqûtî zerde. sêhem «cinit almawaErebî»ye, mecmû’ le zebercedî keske. çwarem «cinit alxildErebî»e, le yaqûtî sûre. pêncem «cinit alin’îmErebî»e, le zêwî îcad kirawe. şeşem «cinit alfirdusErebî»e, ewîş le mişkî esfere. heftum «daralqirarErebî»e, le zêřî xełq kiraye. heştem «cinit ali’dinErebî»e, le lu’lu’î teře. řojî qyametê ke deçîne beheştê. řojî şenbe, nobetî de’wetî adem «sifî alilhErebî»ye. řojî yekşenbey nobetî de’wetî îbřahîm «xilîl alilhErebî»ye. řojî dûşenbe, nobetî de’wetî nûḧ «nibî alilhErebî»ye. řojî sêşenbe, nobetî de’wetî mûsa «kilîm alilhErebî»ye. řojî çwarşenbe, nobetî de’wetî ’îsa «ruḧ alilhErebî»ye. řojî pêncişenbey nobetî miḧemmed «risul alilhErebî»ye. řojî cum’e, nobetî de’wetî ḧezretî mewlaye.

mecmû’î pêẍemberan degeł ommetan le xizmet cenabî řesûłełła, deçin bo zyafetî mewla. ḧazir debin le «xitîrةalqidisErebî», dadenîşin le hodey tenefus. be’dez’an her kes le meqamî xoy qerarê degrê. le teřef cenabî barî merḧebayan lêdekirê. xuday te’ala defermiwê: «ya kirub fikhuhimErebî», mîweyan le bo dênin ta sed sał. baz merḧebayan lê dekirê. defermiwê: «ya kirub at’imuhimErebî». te’amyan bo dênin ta sed sał. baz merḧebayan lê deka defermiwê: «ya kirub xitmuhimErebî». engustîlanyan de dest deken. baz defermiwê: «tîbuhimErebî». bên xoşyan deken.

be’dez’an mexlûqat be xîlwe qise deken. «ḧî û qîwimErebî» defermiwê: ya miḧemmed eto seyîdî ebrarî, wezîrî muxtarî. bizane xîlwey ew mexlûqe bo çîye? ke ḧezret su’alyan lêdeka, dełên: ya seyîdî, ême talîbî dîdarîn. le dunyaye we’dey wa daye «rib al’almînErebî». ew car xuday te’ala heftad hezar perde la deba. cemałî xoy nîşanî mexlûqanê deda. le paşan hemû mexlûqat ke degeřênewe, tîkirar tecellayekî xas le bo ḧezretî ebûbekirî sedîq deka.

be’dez’an, «abdalabidErebî», le bo pyawan hemû řojê tecellaye. le bo jinan sebeb be nezer kirdinî meḧebbetî dunyayê ẍafił le xuday, cêjne û cêjnî le qaye. «silu ’ilîh wisilim tislîmaErebî».

le ḧîsey heftum, mela’îkey îcad kirdin ke ’ebdî xudan. şew û řoj her le ta’et dan. ne xewyan heye ne xwardin. ne borjînyan heye, ne nûstin. le hemû mexlûqê zortirin. cîsmyan letîf û nûranîn. ne nêrin, ne mê. ta řojî ḧeşrê demênin.

le ḧîsey heştum, kursî xełq kird. kursî dane lo’loye ke ḧewt asman û zemîn, le muqabîl wî, wek hełqeyeke daynên le beraber seḧrayêkî berîn, ewîş le muqabîl ’eřşê wehaye. be qełemî qudret «ayt alkirsîErebî» ye le etřafî nûsraye. le lay řastey de hezar kursî dandiraye. le teřef çopey dehezar kursî nesb kiraye. le ser her kursîyekî, de hezar mela’îket danîştûn. ayetelkursî dexwênin. xêrî ayetelkursî xoyan be ommetî miḧemmed degeyenin. her kes le paşî nwêjan ayetelkursî bixiwênî; emma be řewanî. be qeder giranayî kursî xêratî dawêne ser terazûy xêrê.

le ḧîsey nohem, awî îcad kird. be nezer heybetî perwerdigar aw hate coş. pêy nema sebir û qerar. kefî kird bê ḧîsab û bê ejmar. ’erz lew kefey xełq kira. buxarî lê biłînd bû, asman lêy tertîb dira. le mewcî ew awe xełq bû kêw û çya. berq le kêwanî da. asin lewî bû peyda. berd û asin lêk xişa, agir lewî bû aşkira. lew agirey be yek dem, îcadî kird cehennem. cema’etî ecninan le biłêsey xełq kiran. beheşt le jûr asmanane, cehennem le jêr erzane. bem tertîbe qerar dira. sibḧan alilh le xudaye. çi qadrêkî tewanaye. çi xalqêkî danaye. çi wez’êkî ronaye. penahim be tû ey xudaye.

le ḧîsey dehem, cewherî nûrî ḧezretî «miḧmidalmisitifîErebî»ye, «silu ’ilîh wisilim tislîmaErebî».

to seyîd û serdarî, le řojî mîzanê
eḧmedî muxtarî, saḧêbî qur’anê
sałî penca û dû, buřaq bot nazîl bû
de şewî mê’řacê, ke çûy bo dîwanê
to şahî lewlakî, swarî eflakî
le ’erşê ta xakî, bot hate kêşanê
me’denî sefa toy, menbe’î wefa toy
fixralanbya toy, şay axir zemanê
eman ya miḧemmed, destî me û damanit
îmanin ḧîfiz key wextî řoḧ kêşanê
«emînNasnava edebî» zor gedaye, le darî dunyaye
hemêşe muḧtace pêy bikey îḧsanê

be’dez’an, be fermanî rib alcilîlErebî, cubřa’îl û mikayîl û îsřa’îl, misqałêk xakî pak lew cêgeye ke êstake rołey muteheřeye, hênayan çust û çalak. bo nûrî şahî lewlak. emrî kird rib al’almînErebî. fermûy: ey cubře’îlî emîn. bêne le beheştê kafûr û muşk û ze’feran û sunbul û ma’î mu’în. selsebîl û şeřabî tesnîm. têkełyan bike degeł xakêkî be ’emîm. der sa’et cubře’îlî selîm çuwe cinat alin’îm.Erebî hemûy hêna û hatewe be yek deqîqe û nîm. gutî xudaye, ḧez dekem bizanim bo çîye ew hemû eşyaye.

fermûy: be kafûrê, hêskî ḧezretî miḧemmedî xelq dekem. le ze’feranê, zigî tertîb dedem. le muşkê, xwênî. le tesnîmê, bênî. le sunbulê, mûy tabdarî. le selsebîlê, guftarî. le ma’î mu’în lêw û zarî. qutûyek le wan dirust kira. nûrî ḧezret tênra. be emrî xuday sed hezar mela’îke be defter, le ’erz û asman gêřayan nûrî ḧezretî pêẍember. cubře’îl wekû cařçî deyfermû:

ewe nûrî ḧezretî «şifî’ alimzinbînErebî»e. ewe nûrî «xatim almirsilînErebî»e. be’dez’an em qutuwe nûranyan wekû qendîl, hełyan awesî be pêçkî ’erşî celîl. meşẍûł bû be temcîd û tekbîr û tesbêḧ û tehlîl.

řawî dełê: ew erze de pêşda cêy me nebû. bełkû cêy ecninan bû. ke bê emrî xudayan kird. mela’îketan hatne seryan, hemûyan be hîlak birdin. ’ezazîl ke wêsta şeytane be esîrîyan bird. le asmanî meşẍûł bû be ta’et û ’îbadet. be ẍayetêkî hîç cêge nema ke ew sucdey lê neba. buwe ustadî mela’îketan. buwe gewrey ’erz û asmanan. eweł, xezanedarî beheştê le bo wî te’îyn kira. eger mela’îketan mexsûdêkyan heba le baregahî xuda, her ew le bo wanî dekird řeca.

hetta dîtî le lewḧêda ke yekêk le muqeřîbanî xuda, mel’ûn debêt û řû sya. mela’îke deste be deste dehatne kinî bo du’a. du’ay le bo wan dekird. le ber meẍrûrîyan le bo xoy nedekird. def’eyekî dîtî le dergay beheştê nûsraye ke enqerîb yekêk le muqeřřîban deka bê’emrî xudaye. kutî: ey perwerdîgarî ’alem, îznim bide ta berdewam le’netan lew bendeye bikem. xuda îznî da, hezar sał destî le tedrîs hełgirt. ’eleddewam, le’netî lew bendeye dekird. hem hezar sał ke sucdey debird le ’erz û asman. dîtî le cêy nûsraye: «li’inةalilh ’ilî alşîtanErebî». ewîş ew kelîmeyey dekut zor be hewes. neydezanî le’netan le xoy deka ew segî bêkes.

ke xudawendî ’alem mute’ellîq bû be îcadî ḧezretî adem. emrî kird cubře’îlî emîn. heste biřo ser řûy zemîn. bêne çengêk xołî řengîn. ke cubře’îl hate ser ’erzî. ’erz destî kird be şîn û giryan û nałîn. be quřpêwan û hawar, hawar û řo řo. be cubře’îlî kut, xom parast be xuda le to. ’elaqem meke. berokim berde û biřo. feqîrim, zelîlim, dił be xem. nîme taqetî cehennem. ew car cubře’îl çowe aşyaneyî melekût. waqî’ey gêřawe bo baregahî cebeřût. îsrafîl û mîkayîl, yek be yek wekû cubře’îl çûn û hatnewe be te’cîl.

be’dez’an emrî kirde îzřa’îl ke hadim alzat etoy. hîç leḧze řameweste, biřo çengêk xak le ser řûy zemîn bêne û werewe. îzřa’îl hat be çustî le erzî qayîm kird destî. erz kutî: boç wa sermestî? be îşqî xuda eger řanewestî. hîç çenganim lê mede, îlaqem meke. berokim berde biřo. îzra’îl fermûy: pîrejnî pişt kûr ew qisane çîye? nałe nałî pîrêjnan le kin min qedrî nîye. hawar hawarî yetîman le kin min î’tibarî nîye. geda le kin ḧukmî padşay çi îqtîdarî heye?

bende le muqabîl ḧukmî xuday çi îxtyarî heye? be yek çeng miqdarî çil gez xak, le hemû řengêkî hełgirt. le mabeynî mekke û tayfî řo kird. xuda fermûy: eto boç wekû wanî dî, řeḧimit nebird be ḧałî erzî? kutî: xudaye! emrî tom le kin gewretre, le řeḧim pê birdin be erzî. xuda fermûy ke wa bê, etom kirde qabîzî eřwaḧî ew tayfeye ke lem xakey dirust dekem be wacbî û feřzî. kutî: yařebbî debme mebẍûzî enbya û suleḧay řûy erzî. çunke mirdin zor naxoşe. diłî hemû kesî le ber delerzî. serî çokyan detezî. xuda fermûy: ’îlletan bo mirdin zor dekem. wekû ta’ûn û weba. ta û lerzîn. kes nîsbetê welay to nada. be ’îzet û celalî xom her kesê etu be dujmin bizanî, emnîş ew be dujmin dizanim.

be’dez’an sî û no řojan be ser ew xakey da barandî, baranî ẍem û ḧesret. şew û řojêkî barandî. baranî sirûr û şadî û ’îşret. silu ’ilye wisilim tislîmaErebî.

alhim sil ’ilî sîdna miḧimdErebî
’ilî al û asḧabih şifî’na miḧimdErebî
hem seyîdî dunya û dîn miḧemmede miḧemmed
hem riḧimit alli’almînErebî miḧemmede miḧemmed
sułtanî řojî meḧşerê miḧemmede miḧemmed
saḧêbî ḧewzî kewserê miḧemmede miḧemmed
pişt û penahî ommetê miḧemmede miḧemmed
şefî’î řojî qyametê miḧemmede miḧemmed

ew car be qudretî xuda. adem bem heybete xełq kira. ta çil sałî lewê be cê hêştira. le paşan xudawendî ’alem emrî kirde řoḧî biço ber bedenî ḧezretî adem ke be yed û qudretî xom îcadim kirdye le ’edem. roḧ ke çawî pê kewt dîtî ḧucreyekî teng û tarîk. girya be dengî ḧezîn û nałandî barîk. kutî: min bulbulî hezar destanî gułşenî unsim. qumrî serwî bustanî qudsim. tûtî şekiristanî nasûtim. neẍmexwanî şaxsarî lahûtim. nayeme naw ew qefesey no kun. eger be agirî ẍezebit hemû peř û bałim bisûtênî.

ew car be fermanî řebbî celîl. ḧezretî cubře’îl, nûrî mibarekî pêẍemberî xelîl le piştî ademî dana. řoḧ ke çawî pê kewt, pêy nema sebir û twana. be şewq û zewq hate řewt. wejûr bedenî ademî kewt. le paşan be emrî xudawendî mennan, ademyan le ser textî dana. mela’îketan hełyan girt û dayanna ser şan. le erz û asman. řayan girt le beraber ’eřşî řeḧman. emir sadir bû le lay xudawendî ’alem. ey mela’îkey ferxende qedem. hemûtan sucde berin bo ḧezretî adem ke be yed û qudretî xom îcadim kirdye le ’edem. hemû kewtine sucde ta sed sał, ẍeyrez şeytanî bê îmanî bed fe’al. cê be cê řengî nûranî mubeddel bû, řeş bû wek zuẍał. fermûy melekî mute’al. ey le’înî dîn betał. boç eto sucdet nebird bo ademî piř kemał.

kutî: emin lewî çatirim. esłî wî le quřêye û emin le agirim. sebeb bew tekebburey, tewqî le’netî le gerdin kira. le dergay reḧmetê derkira. le paşan be ḧîşmet û be şewket ademyan birde cennet. le ber nûrî ḧezret, mela’îke le pişt adem destyan dena le ser dest wek xizmetkaran řawdestan û sefyan debest. ḧezretî adem fermûy yařebbî! ew mela’îketane boçî le piştim řawedestin? xuda fermûy: ewe denořne nûrî ḧebîbî min ke lewey paş le piştî to zahîr debê. adem kutî: yařebbî, ew nûre bête naw çawanim. ta mela’îke řabwestin le ber destanim. nûreke hate naw çawanî. mela’îk sef be sef řawedestan le ber destanî.

be’dez’an kutî. ya řeḧman û ya ẍeffar be ḧeqqî miḧemmedî nazdar. ḧez dekem ew nûre le cêgayekî dî bigrê qerar. ta be dîdarî şad bibê ew bendey giriftar. cê be cê nûrî ḧezret û her çar yar. hatne pênc enguştî řastî be ejmar. le paşan ḧezretî adem le beheştê borja. ḧewwa le perasûy çopî xełq kira. ḧezretî adem ke wexeber hat. dîtî meḧbûbêk le tenîştî çopî danîştuwe. îřadey kird destî le milanî bida. nedayek hat le asmanê, ey adem ewey nekey. lêt ḧerame heta marey nedey. kutî: yařebbî! çîye marey ew ḧorleqaye? fermûy: de sełewat le dîdarî ḧezretî «miḧmidalmisitifîErebî»ye.