dîdeyî giryan

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  831 Dîtin
le tawî ateşî dûrî şew û řoj sîne biryane
le dûrî û daxî mehcûrî hemêşe dîde giryane
eto wa têmege şadim be umêdî wîsalî to
qesem bew tarî gîsûyet diłim dayîm perêşane
xeyałî xot binêre ta bibête şadî bo ḧałim
temaşa ke bibîne ’aşiqî to cismî bê cane
çiraẍî řûyî xot tuxwa şewêk bo ’aşiqan hełke
ke wek perwane meqsûdim le dewrî şem’ê sûtane
meger ’ehdit nedabû şadumanî wesłî xotim key
dena řuḧmê bike carê le ser ew ’ehdî carane
behare seyrî gułzarê deka her kes degeł yarî
lebo min gerdişî baxan be bê to ḧepis û zîndane
dezanî ey gułî yekta le hîcran û feraqî to
«emînî uşnewîNasnava edebî» dayîm wekû bulbul be efẍane