řoxî yar

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  771 Dîtin
ew behare dax û ḧesret wa le min peyda buwe
qelbî meḧzûnim řefîqî bulbulî şeyda buwe
qametî şeng û qeşengî yar le pêş çawim wine
boye ewřoke le min řojî qyamet řabuwe
qa’îdey waye beharan guł le xakê bête der
guł de xakêda bizir bû qet beharî wa buwe?
’alemê, mecnûnî men’î ’îşqî leylayê dekird
boye bêçare řefîqî weḧşîyî seḧra buwe
nabeḧeq, ger ’alemê men’î řuxî yarim biken
kar û pîşey ’aşiqan her ah û waweyla buwe
kewkebî bextî emînNasnava edebîê kewte nêw tarîkeşew
aftabî řûyî yar ewřo le min awa buwe