derdî hîcran

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  886 Dîtin
tebîbanî cîhan ba bên ke derdî min giranbare
be tîrî ẍemzeyî canan dił û cergim birîndare
be zahîr talî’î xom dîwe demirim bê wîsalî to
heta mawim bike tedbîrî karim ca her ew care
ẍerîqî beḧrêkî xem bûm nehengêkî bełam tûş bû
werin îcma’ le bo ser min gelî xizman biken çare
be eflatûn û luqmanê ’îlacî derdî min nayê
xemî min ba xemî ẍeyrî wekû mîsqal û xerware
nîgarî min cemałî min bike ruḧmê be ḧałî min
«emînNasnava edebî» lew derdî hîcranit hemîşe karî dijware