derdî hîcran

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 1 minutes  884 views
tebîbanî cîhan ba bên ke derdî min giranbare
be tîrî ẍemzeyî canan dił û cergim birîndare
be zahîr talî’î xom dîwe demirim bê wîsalî to
heta mawim bike tedbîrî karim ca her ew care
ẍerîqî beḧrêkî xem bûm nehengêkî bełam tûş bû
werin îcma’ le bo ser min gelî xizman biken çare
be eflatûn û luqmanê ’îlacî derdî min nayê
xemî min ba xemî ẍeyrî wekû mîsqal û xerware
nîgarî min cemałî min bike ruḧmê be ḧałî min
«emînPen name» lew derdî hîcranit hemîşe karî dijware