çarenûs

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  825 Dîtin
řizq û řozî kem ’ezîzim sernewîştî qudrete
gerçî se’yê lazme emma be se’yê nudrete
sed hezarim dîtuwe se’yê deken karê deken
kesbî wan axir debête daẍ û derd û ḧesrete
ger xuda bextî kesêkî řeş bika řojî ezel
şewq û şadî mateme û ’eyş û nişatî mêḧnete
emrî qur’ane «ti’zuErebî» hem «tizil min yişa’Erebî»
ew le bo dunya û qyamet nukteyêkî ḧîkmete
zor hene bûne be zorî se’îy xo umêdwar
dił le ayatî tewekkul xałî û piř ẍefłete
ḧasłî dunya û qyamet bote naxoşî û ’ezab
se’î û zorî wan le boyan bûyte řenc û zeḧmete
ger xuda meylî hebê her kes tereqqî pê bida
bo cîhan û axret deykate saḧêb ’îzzete
ya îlahel’alemîn bo xatrî pêẍemberî
to be ḧałî min «emînî uşnewîNasnava edebî» key řeḧmete