bê wefayî
Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
1 Xulek
1397 Dîtin
wi’deyî wesiłit be min da karêkî bê ca nebû
bo wepaşt xist ’ezîzim xo qerarin wa nebû
to dezanî xulfî we’de karêkî zor bîd’ete
xulfî we’det boçî kird karekî wa ça nebû
’îşq derdêkî ’eyane zeḧmete bîkey nehan
’aşiqî be dizîm nedîwe axrî řîswa nebû
ger be maçêkî le kołmey naskit kirdûme şad
mułkî dunyaye neřûxa ya qyamet řanebû
şadumanî wesłî toye ger şew û řojê řeqîb
bo diłî ẍem dîdeyî min řojêkî qet şad nebû
ger dełên mecnûnKes zebûnî ’îşqî leylKesê bû welî
wek emînî uşnewîNasnava edebî be ah û waweyla nebû