şewqî cemał

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  776 Dîtin
eger bextim bika yarî ke řojêk bême małî to
be çawî xom temaşa kem heman mahî cemałî to
ḧeyatî zîndeganî ’umrî taze bom debê ḧasił
wekû xizrî binoşim min eger awî zułałî to
dełên cêjnî mubarek dê hemû ’alem keyfixoşin
le bo min cêjin ew řoje ke peyda bê hîlalî min
eger çî fayîdey nada le ’îşqî to weha bimirim
welî çibkem meḧu nabê le dił yek dem xeyałî to
ẍerîqî beḧrî fîkiranim cinûnî deşt û kêwanim
der axir ’umrî xom řûne, fîraqî mah û sałî to
to şem’î meclîs efrûzî minî bêçare perwane
de axir xom desûtênim le bo behrî wîsalî to
«emînNasnava edebî» ewřo emînî toye ey şem’î cîhan ara
ke mi’lûm bû lewî dwênê şewê şewqî cemałî to