mûsîbet

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  763 Dîtin
pertewî aftabe ya çîhreyî diłguşayî to
zułmetî leylî tare ya tuřřeyî mêşkisayî to
bo řuxî subḧî sadqit dił wekû şem’î hełkiraw
her desûtê heta seḧer muntezîrî lîqayî to
meylî wîsalî to le min bû be feraqî derd û xem
derd û xeman dekem qebûł lêm bê eger řezayî to
gerdişî gułşenî behar bo mine ḧepis û çahî tar
bê to nejîm emin çi car ey dił û can fîdayî to
ger çî to mahtel’etî gułřux û seruqametî
ya wekû ḧorî cennetî çibkem ke bê wefayî to
’îşqî «emînNasnava edebî» musîbete fîkir meke ke řaḧete
bote esîrî derd û xem ’aşiqî mubtelayî to