peykî xeyał
Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
1 Xulek
1086 Dîtin
dirêẍa bay xezan birdî le gułşen guł’uzarî min
le hîcran û fîraqî wî buwe payîz beharî min
dirêẍa aftabî min heta ḧeşrê ẍirûbî kird
nema ummêdî řûnakî le bo şebhayî tarî min
dirêẍa ẍunçeyêkim bû be tofanî xezan fewta
wekû bulbul le hîcranî nema sebir û qerarî min
dirêẍa nûrî şem’î min nema ta şubhî perwane
de çar dewrî serî sûřêm bikem canim nisarî min
dirêẍa bay seba řuḧmî nekird hergîz be ḧałî min
be qasîdî neçû řojêk le bo xizmet nîgarî min
were peykî xeyał emřo biço ta ’alemî eřwaḧ
bike şeřḧî xemî hîcran le qewlî min be yarî min
biłê cana be mergî to le ’umrîş bê to bêzarim
feẍan û nałe û giryan şew û řoj bote karî min
welî şê’rî fîřaqî bulbulî teb’î emînNasnava edebîy to
le gułzarî şinoCih bûyte nîşan û yadgarî min