peykî xeyał

From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
 1 minutes  1087 views
dirêẍa bay xezan birdî le gułşen guł’uzarî min
le hîcran û fîraqî wî buwe payîz beharî min
dirêẍa aftabî min heta ḧeşrê ẍirûbî kird
nema ummêdî řûnakî le bo şebhayî tarî min
dirêẍa ẍunçeyêkim bû be tofanî xezan fewta
wekû bulbul le hîcranî nema sebir û qerarî min
dirêẍa nûrî şem’î min nema ta şubhî perwane
de çar dewrî serî sûřêm bikem canim nisarî min
dirêẍa bay seba řuḧmî nekird hergîz be ḧałî min
be qasîdî neçû řojêk le bo xizmet nîgarî min
were peykî xeyał emřo biço ta ’alemî eřwaḧ
bike şeřḧî xemî hîcran le qewlî min be yarî min
biłê cana be mergî to le ’umrîş bê to bêzarim
feẍan û nałe û giryan şew û řoj bote karî min
welî şê’rî fîřaqî bulbulî teb’î emînPen namey to
le gułzarî şinoLocation bûyte nîşan û yadgarî min