řojgar
From the Book:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
By:
Amin Oshnuyi (1889-1954)
1 minutes
1352 views
le řûyî merḧemet cana depirsî ger le karî min
wekû zulifit perêşan û syahe řojgarî min
hemû řojê le ẍeybêda xemêk bo min debê peyda
le des çû taqet û sebir û twana û qerarî min
be çawan herçî naxoşe debînim çawekem boye
kesê neydîwe ta îmřo be xende lêw û zarî min
ne dînim ma ne małim ma ne ’eqiłim ma ne ḧałim ma
le min wa bûnete dujmin hemû eḧbab û yarî min
esîr û bêkes û meflûk û kem ewza’ û bê çîzim
supahî ẍem le her la girtûye her çwar kenarî min
gunahî xome ew řojey debînim min le dunyayê
xetay kes nagirim çunke xetaye kar û barî min
«emînPen name» wextî cewanî çû ’umir nîzîke řabbiřê
hezar efsûs û sed ḧesret buwe payîz beharî min