gułî yekta

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  843 Dîtin
felek ewřoke nazanim ke çi qewmawe le min
yarekey we’de xîlafim boçî toryawe le min
qasîdê kwanê biçê pêy biłê ey dûr le wefa
xatrî naskit ewřo boçî řencawe le min
be dû xałî řeşî ser kołmekeyî sûr û sipît
dił le tawî xemî hîcranî to sûtawe le min
xem le ser xem le diłim bû be benayêkî biłînd
xaneyî sebrî diłan paşî to řûxawe le min
kesb û kar û ’emel û zîndegî û wez’î cîhan
wek serî zulfî perêşanî to şêwawe le min
řojî řûnî me le daẍit wekû tarîkeşewe
şew û řoj ey gułî yekta le bo gořawe le min
le şinoCih derdî emînNasnava edebîy gerçî dermanî nîye
řahî dermanî ḧekîman le bo gîrawe le min!