xoşewîstî şêx ’ela’edîn
Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
2 Xulek
977 Dîtin
ewelî mangî řeceb bû hatme xakî xelan
bo zyaret murşîdî xom şêx ’ela’edîn ’eyan
xaneqa û tekyem ke dîtin nayete wesif û beyan
řoj û şew, weqit û se’at piř bûn be da’îm mêhman
seyîd û mewla û sofî destedeste her zeman
da’îme meşẍûłî zîkir û xetim û tesbîḧ û selat
mew’îzey şer’îy û fîkir û řabîte û nefî û sûbat
ya îlahî to be ḧeqqî zatî fexrî ka’înat
herçî mensûbin le dunya û le ’uqba dey necat
dayîmen payende û ’alî bikey ew xanedan
sayeyî şêxî leser me dayîme bê mustedam
feyzî en’amî le bo me řoj û şew bê berdewam
nan û xwanî hênde zore qet binî naye temam
her bewey me’lûm bizanin ey murîdî fîkirxam
řisqî ẍeybêye debarê batîn û mexfî û nehan
dił wekû perwaneye ’aşiq be dîdarî çiraẍ
dayîmen be dizî desûtî cerg û dił boy bû be daẍ
şew wekû perwaneye, řojê wekû bulbul le baẍ
talîbî dermanî luqmane tenî zar û nesaẍ
agirî ’îşqêye ber bûyte diłî min bê guman
saḧêbî rişte û kemendin xanedanî şêx kemał
gerdinim kewte kemendî şêx ’ela’î şêx celal
bo wîsalî řûyî guł ey bulbulî şîrîn meqal
takû demrî wek «emînNasnava edebî» dayîm le dunyayê binał
xoşe nałey ’aşiqan û zarî û ah û fîẍan