wesfî ḧacî şêx ’ela’edîn

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 2 Xulek  1040 Dîtin
ey bilûrî gerdinit awêneyî qudret mîsal
pertewî ’îşqit le qelbî ’aşiqan berqî şîmal
îsmî pakit seyqelî jengî diłî piř qîl û qal
řewşenî çeşmî murîdan şêx ’ela’î şêx celal
hîmmetêkim bo bikey ey yadgarî şêx kemał
dił le dûrî řûy şemi’it şew wekû perwaneye
sebir û aramî nemawe bê hoş û dêwaneye
a etoy dîwe le qewm û xwêşî xoy bêganeye
her wekû mecnûn le daxt kêw û seḧray laneye
meskenî bote çya û deşt û hamun û cîbal
řûm lebo derkî to hêna ey şehî darulsefa
çunke qurban zor le xomim kirduwe cewr û cefa
hîmmetêkim bo bike to lem cîhanî bê wefa
gerçî derdî min girane bom bixiwaze yek şefa
ba şew û řojê diłî min bes bikatin nałe nał
xanedanî êwe qurban feyzbexşî xas û ’am
merqedî şêx hadîyedîn nûrî diłhayî zulam
meqsedî ’alem le xizmet êwe ḧasił bû temam
carêkî bo minî feqîrîş zû muyeser ken meram
ta nemirdûme bibînim şadîy şewqî wîsal
ger «emînNasnava edebî» ewřoke qurban zor gunehkare û esîm
çawî tê biřîwe de lutfî eẍnyayan wek yetîm
bom temenna ke le xizmet xalqî ḧeyî û kerîm
bełke řeḧmêkî bika pêm waḧîdî ferdî ’ezîm
dił munewwer bê be nûrî řo’yetî mahî cemał