bo seyd ’ebdûłła efendî «geylanî zade»

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 2 Xulek  971 Dîtin
seba îzhar bike ewřoke nawim
bibe qasîd biço kin nûrî çawim
biço bo xizmetî şazadeyî min
biço kin ẍewsî sanîzadeyî min
biço bo xizmetî ustadî fazîl
musemmay şêx ’ubeydûłłayî kamîl
biço kin yadgarî nadrî xom
gułî gułzarî ’ebdûlqadrî xom
le lefzî min be qewlî xoş û şîrîn
biłê ey yadgarî şahî şemzîn
biłê ey duřřî deryayî se’adet
biłê ey ẍunçeyî baẍî syadet
çi însafe murîdan şubhî bulbul
binałênin le hîcranî řoxî guł
nexoş û bê ḧekîm û derdedarim
be dermanî to muḧtacim hejarim
birîndar û giriftar û esîrim
zelîl û bê kes û zar û feqîrim
ḧekîm û yadgarî ẍewsî sanî
eto dermanî derdî min dezanî
be lutfî xot ’îlacim ke, ’elîlim
le nêw şarî şinoCihye zor zelîlim
nezanim çon bikem îzharî derdim
be lêwî îşk û řeng û řûyî zerdim
demê şadim demê meḧzûn û ẍemgîn
be bonî merqedî sadatî şemzîn
eger çend sałe win bû aftabim
be ḧemdûlla ke mawe mahîtabim
«emînNasnava edebî» çend sałe çawî nabînaye
welî ummêdî wî nûrî çiraye