medḧî seyd ’ebdûłłay geylanî zade «efendî»
Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
1 Xulek
1147 Dîtin
mujde ey dił! ’eydî kurdan ger bizanin hatuwe
yadgarî ẍewsî sanîKes, piştîwanin hatuwe
seyîd ’ebdûłła gułî gułzarî ’ebdûlqadrî
nesłî pakî ẍewsî e’zem şay gułanin hatuwe
şukirî ḧeq, ey muxlîsanî xanedanî seyd teha
nûrî şem’î řoşnayî xanedanin hatuwe
bûne dermanî nexoşan, hat le bo qelbî seqîm
ḧemdulîllahî ḧekîmî ḧałzanin hatuwe
çawî kembîna debînê nûrî dîdarî çiraẍ
qelbî bê řoḧîn û zatî řoḧ û gyanin hatuwe
nan û sifrey kes nema bû, zahîr û batîn welî
saḧêbî sifre û te’am û aw û nanin hatuwe
wek nexoşanî şewî tarî be ummêdî seḧer
nûrî subḧî sadqî wextî beyanin hatuwe
xakî dunyayet beser ey gurgî nefsê be’dezîn
bo meřî bê saḧebî xoy, wek şwanin hatuwe
diłberî şewq û nişatê hate peřwaz û firîn
diłřuba û diłirfên û diłistanin hatuwe
nałe nałê bes bike ey bulbulî teb’î «emînNasnava edebî»
ẍunçeyî piř ’etir û bonî gułistanin hatuwe