wesfî ẍewsî geylanî

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 2 Xulek  1142 Dîtin
ey řeyîsî ewlyayan ẍewsî muḧyeddînî nam
gewherî deryayî pakî ḧezretî xeyrul’enam
şahbazî dergehî ḧeq destigîrî xas û ’am
dayme derwêş û meḧsûbit dełên her subiḧ û şam
esselam ey ẍewsî e’zem esselam û sed selam
wek şewî mê’řac fermûy ḧezretî xeyrulbeşer
ya wild ya qidirit al’în anit lî nuralbisirErebî
pêt le ser şanî cemî’î ewlyayan bû meqeř
agir û xencer be derwêşanî to nada zerer
esselam ey ẍewsî e’zem esselam û sed selam
goştî zubḧî wê kewê ger sayeyî dergahî tû
nakułê sed sałî xoş key agirekey zû be zû
hem le bo narî cehennem cumle derwêşan hemû
řuḧmî ḧeq carî bibê ummêdman waye be tû
esselam ey ẍewsî e’zem esselam û sed selam
ey seganî astanit şêr le destî wan teba
xadmanî dergehit bałatir ez sułtan û şa
jêrî eqdamî ’ezîzit şanî cem’î ewlya
gewherî beḧrî îmaman nûrî çeşmî muřteza
esselam ey ẍewsî e’zem esselam û sed selam
key emînNasnava edebî detwanê bîka mediḧ û wesfî şanî tû
çawî tê biřîwe be dayîm pêy biga îḧsanî tû
hem de wextî řoḧkêşanê destî me û damanî tû
bingeye hawarî carê gyanî min qurbanî tû
esselam ey ẍewsî e’zem esselam û sed selam