medḧî ẍewsî geylanî

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 2 Xulek  1161 Dîtin
qutbî felek û erz û sema ḧezretî ẍewse
şêxî dû cîhan, bazî xuda ḧezretî ẍewse
ẍewwasî duřî beḧrî beqa ḧezretî ẍewse
sermayeyî her feyz û ’eta ḧezretî ẍewse
serdarî girûhî şuřefa ḧezretî ẍewse
ew meḧremî esrarî xuda mûḧîyeyî dîne
ew řahberî řahî huda bo me mû’îne
şehbazî birûcî felek û mah û zemîne
dermanî hemû derd û şefay zexim û birîne
feryadřesî her zu’efa ḧezretî ẍewse
ewsaf û keřamatî wî xarîc le şumare
derwêşê le zîkirî dełê ya ẍews haware
tîẍbazî deka, agirî dexwat û dyare
nada zererê nîşî dû sed ’eqreb û mare
fermande û sułtanî weła ḧezretî ẍewse
ey şanî to textî qedemî şahî dû ’alem
şanî hemû şêx û welîyek jêr qedemit xem
xuddamî derit xusrew û kawus û key û cem
ew qelbî birîndare bike carêkî merhem
bo kullî ẍem û derd û dewa ḧezretî ẍewse
mirdim le ẍem û ḧesret û meḧřûm le xizmet
sûtam be umêdî hewesî zewqî zyaret
carê be nesîbim bikey ey şahî terîqet
ba çîdî emînNasnava edebî nemrê le dunyayê be ḧesret
dayîm be ziban her dełê ya ḧezretî ẍewse