medḧî ẍewsî geylanî

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 2 Xulek  1101 Dîtin
ya ẍewsî mu’ezrem bige îmdad û hawarim
derman ke birînî diłî mecřûḧ û fîgarim
seyqel bide awêneyî piř toz û ẍubarim
řoşin ke çirayêkî le bo ew şewî tarim
ałoz buwe lêm wun buwe seririşteyî karim
to bazî xuda serwerî eqtabî cîhanî
sułtanî hemû şêx û welîhayî zemanî
sermayeyî her febiz û keřamatî ’eyanî
kanî keřem û me’denî esrarî nîhanî
bo her dû cîhan merḧemetê xut bike yarim
mûḧîy leqeb û naşrî eḧkamî şerî’et
saḧêb neseb û seyîd û sułtanî terîqet
muḧtacî to şahanî mecazî û ḧeqîqet
lew řojî xuda kirdî wicûdî to xelîqet
beẍda kutî: min baẍim û guł hate kenarim
derwêşî to, hêndî be terîqet heye baweř
natirsê le tîẍbazî û ya xwardinî awir
bo girtinî maran wekû şêranî behadur
wełłahî weha çake musłiman bibê gawir
ew zîkire debînê nełê min ehlî kufarim
ey şem’î şewî tar û çiray řewşenî dînim
perwane sifet bê be fîdat gyanî şîrînim
kelbî derî tom ehlî şinoCihyême, emînNasnava edebîm
yadî to buwe mełḧemî her zexim û birînim
namî to buwe wêrdî zuban leyl û neharim