wesfî ẍewsî geylanî

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  1119 Dîtin
emin destim be damanî to ey mewlayî derwêşan
emin řoḧim be qurbanî to ey aẍayî derwêşan
diłî şeydayî derwêşan, qerarê nagrê yekdem
be xot teskîn bide qurban diłî şeydayî derwêşan
to mûḧeydînî geylanî, etoy meḧbûbî subḧanî
to aramî dił û gyanî, şehî beẍdayî derwêşan
le sayey feyzî nûrit, ey mehî taban bîḧemdîlla
hemîşe řoşin û safe şewî yełdayî derwêşan
xerîdaranî yosif ba hemûyan bên û ḧazir bin
le bazařî terîqet da degeł sewdayî derwêşan
le gułzarî ḧeqîqet da, le naw cem’î gułan yekser
etoy ařayîşî gułşen, gułî yektayî derwêşan
«emînNasnava edebî»! bo zîkir û tehlîle wekû ḧełqe deden meclîs
melîk dêne temaşayî sef û ẍewẍayî derwêşan