ya řesułełła

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 1 Xulek  1149 Dîtin
emin şermende û saḧêb gunahim ya řesûłełła
peşîman û zelîl û řû syahim ya řesûłełła
le dunya û qyamet xo dezanî ometî tome
be cuz to kes nîye pişt û penahim ya řesûłełła
le ser şermî gunahî xom degryêm û denałênim
bike řuḧmê be giryan û be ahim ya řesûłełła
hemû ’umrî ’ezîzim serfî lehu û le’bî dunya kird
be xořayî le des çû sał û mahim ya řesûłełła
le dergahî to ey şaha dezanim na’umêd nabim
gedame, sa’îlî dergahî şahim ya řesûłełła
be ’alem wa biřawe xermenî îḧsanî lutfî to
bide lew xermeney yek peře kahim ya řesûłełła
le ser namey emînNasnava edebîy da seraser her gunah sebtin
«kiram alkatbînErebî» bûne gewahim ya řesûłełła