gaze

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 2 Xulek  1400 Dîtin
ya «şifî’ alimzinbînErebî» to çareyî karim bike
zor peşîmanim ’îlacî qelbî bîmarim bike
merhemêkî lew derûnî wa birîndarim bike
řuḧmêkî bew zîllet û bew çawî xwênbarim bike
pêm keřem ke camî ’îşqê! mest û xummarim bike
’asî û dermande û zar û zelîlim, dił be xem
’umrekem řabird le lehu û le’bî dunya bîş û kem
řojêkî řûnim nedî ẍeyrî xem û derd û elem
gerçî zor saḧêb gunahim, ometî tom her çî hem
her be xot ruḧmê be ah û nałeyî zarim bike
wextê ’îzra’îl ke dê bo qesdî qebzî gyanî min
leşkirî îblîs dê bo ẍaretî îmanî min
dê sedayî girye û şîwen le ferzendanî min
ey nîsarî xakî ber pêt, sed hezar wek gyanî min
zû bige hawarî min, lew wez’e quttarim bike
dû melayîk dêne ser min, wek le qebrî teng û tar
bo su’alê lêm depirsin wa be şîddet aşkar
min ẍerîb û ’aciz û tenha û bê eḧbab û yar
ya řesûłełła, to bimkey lew ’ezabey restigar
şadumanî feyzî lutfî şahî ẍeffarim bike
to «şifî’ alimzinbînErebî»y, řojî mîzan û ḧîsab
«riḧimةlil’almînErebî»y, saḧebî weḧî û kitab
min emînNasnava edebîy řûsya ger mûsteḧeqqim bo ’ezab
ometî tome, zelîlim ey şehî ’alîcenab
to penahî ’asyanî çareyî karim bike