gaze

Li pirtûka:
Dîwanî Emîn Oşnûyî
Berhema:
Emîn Oşnûyî (1889-1954)
 2 Xulek  998 Dîtin
ey xudawendî kerîm û xalqî leyl û nehar
waḧîdî gewre û ’ezîm û řazqî her mur û mar
xot dezanî ḧałî min ey padşahî kirdigar
’ebdêkî zor řûřeşim, zor ’asî û zor şerimsar
nîm be hîç eşya be ẍeyrî lutfî to umîdwar
çaw degêřim ta bibînim ’alemê saḧêb gunah
nabînim hîç kes wekû xom, şerimsar û řû syah
’umrekem yekser le lehu û le’b dunya kird tebah
zor peşîmanim le zenb û sehwî nîsan ya îlah
xom be to espard, nîme taqetî sûtanî nar
to ẍefûrî to sebûrî to ře’ûfî to řeḧîm
to xebîrî to besîrî to semî’î to ’elîm
min gunehkar û zelîlim, min ’asî û mezneb esîm
to şehî saḧêb kerim, min hem le dergahit yetîm
min gedayî ’acîz û toy şahî saḧêb îqtidar
gerçî e’dadî gunahim nayete ḧedid û ḧîsab
kaẍezî ser şanî çopem, piř le ef’alî xirap
layeqim bo meẍfîret ya mûsteḧeqqim bo ’ezab
na’umêd nîme le řuḧimit, řuḧmî to zortir le bab
řuḧmekem pê bike le nez’î řoḧ û qebrî teng û tar
to be ḧeqqî ḧurmetî ew serwerey dunya û dîn
sadiq alu’de alamîn û riḧimة lil’almînErebî
saḧebî qur’an û weḧî û îftixarî murselîn
’efu ke yekser xudaye, zenb û ’usyanî emînNasnava edebî
to be qur’anî qedîm û ḧurmetî her çwar yar