bo beyar

Li pirtûka:
Karwanî Yar
Berhema:
Celal Medhet Xoşnaw (1934-1998)
 2 Xulek  431 Dîtin
şalûr, şalûr...
awazî şimşał û bilûr
şamelî baxçey gułî sûr
tuxwa zû ke
derd û ẍemî sînet řû ke
beramber ew cwanebûke
diłey min tazezawaye!
biçrîkêne
ewey le diłe bidirkêne
bixiwêne bom
direnge demhewê bo xom
berew gułzarî yar biřom
çunke diłim zor sawaye
bo laylaye
ḧezî le bawiş leylaye
şalûr zû ke
feramoşî min biçûke
pîrozî beharî nû ke
awaz le quřgî ney bidře
şewnemî zarî guł bisře
xefetî derdî jîn bibře
ke min aramim hîç nayê
bebê qaqey dem leylayê
ḧezim le baweşî yare
lew behare
ba minîş bonî behar kem
meyzarî guł piřî zar kem
ahengî nûm le adar kem
newroz lenêwan gułzar kem
bo xom seyran legeł yar kem!
bo to şalûr:
ba awazî bê dûr be dûr
zengê le şax
řengê le bax
neş’ey mey nêwanî perdax
her gułebax!
bo yar şalûr:
le bonxaney diłan bixûr
bonî beybûn
maçî xatûn
cirîwey estêrey gerdûn
çiłî zeytûn!
bo min şalûr:
çepke gułî mêlaqî sûr
cwan û nazdar
piř baweş yar
gencîney çinrawey beyar
beyar, beyar
cejin û behar!