kostî baran

Li pirtûka:
Karwanî Yar
Berhema:
Celal Medhet Xoşnaw (1934-1998)
 1 Xulek  432 Dîtin
dîsan baran...
be piř hawarî naw zaran
wekû caran
denke wirdîley mirwarî
řijande baweş zordarî
hatewe seyrangay jyan
xoy kirde hawbeşî zyan
her lew koste
lafaw doste!
le şewî piř samî mirdin
xoy ałande mil û gerdin
hatewe meydanî lawan
hate naw piřşingî çawan
lejêr korîtî řûxawa
nabêtewe şwênî xewî
le damên perçemî xawa
ebate ser koçî şewî
korpey sawayan maç eka
le lankan
leser sing nexşî xaç eka
bo daykan
çend hejare...
biryam qet be lafaw naka
her lew kare
bo ew nask û nazdare
bo ew yare
zeman cergî letlet eka!