huner

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  550 Dîtin
huner ebłeqê le dił weku xwên
kiłpe ekat û ecułê be tîn
firîştey huner be komełe dên
jînim terxan kem! amade bê şwên
huner: toy kanî dił tînû şikênim
awî zîndegî jyan bizwênim
bêzar nabim lêt, çend nawit bibem
ey hîway řûn û biłêse û pîşem!
jîrî û zanînit nirxî xoy nwand
nemamî jînit le pinca rwand
çunke şabořî xwênî jyanî
ał û řengîn û hêz û tekanî
řijêmî kar û sazî gyanî
kirewey girê y kwêre diłanî!