nîgaket

Li pirtûka:
Dîwanî Cemîl Rencber
Berhema:
Cemîl Rencber (1949-1980)
 1 Xulek  535 Dîtin
dengî naskit sozî kemane
çawî geşî to, kanî ẍemane!
hengawî wurdit nexşî ser diłe
wişey siławit bonî gułane
pirçî xamênit zincîrî mile
memî ser sîngit bizey lêwane
qedî barîkit çinûrî berze
katê netbînim lay min tawane!
nîgay bê wênet awêke bê bin
řûnakî jînim, toy bem çawane
hîway hawserî dwa řojim taser
gifit û peymanit mebest û mane!